Ji çapemenî û raya giştî re!
Em di serî de di şexsê şehîdên xwe yên qehreman ku bi dirûşima “Hûn Nikarin Roja Me Tarî bikin” di vê pêvajoya 14 salan de ji bo azadiya rêbertiyê bedena xwe kirine topa ji agir, li hemberî vê rewşa bi nelet li ber xwe dane û rêya me ronî kirine, herî dawî heval Êrîş, Andok û Jîn ku di pêvajoya bi dirûşima “Ji Rêbertiyê re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” bi berxwedaneke mezin gihiştine şehadetê de, hemû rêvevalên xwe bi minet bi bîr tînin û em soz didin ku em ê bibin şopvanên baş ên meşelayên wan ên ku ronî dikin.
Bersiva me ya li hemberî komploya di 9’ê cotmeha 1998’ê hat pêkanîn de Şerê Gel ê Şoreşgerî ye” û ev bang kir; “ Di van rojên dîrokî de ku em pêjajoya bi navê Şerê Gel ê Şoreşgerî yê bi dirûşima “Ji Rêbertiyê re Azadî, Ji Kurdistanê re Statu” hatiye destpêkirin, dixin meriyetê, bang li ciwanên Kurd dikin ku tevlî refên gerîlayan bibin û li her derê ku lê dijîn li hemberî hemû êrîşên topyekun ên faşîzma AKP’ê bibin bersiv.
Em weke Hêzên Parastina Gel, şervan û gerîlayên Serok Apo, em komploya 9’ê Cotmehê ya ku di şexsê Rêber Apo de li hemberî Tevgera me ya Azadiyê û gelê me pêk hat, nelet dikin” û aşkere kir ku heta komplo bi temamî ji holê neyê rakirin û azadiya gelê Kurd neyê bidestxistin, ew ê têkoşîna xwe heta dawiyê bimeşînin.
8 Cotmeh 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
�
