Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji 21’ê adara 2009’an pê ve ku tevgera me biryara bêçalakîbûnê girt û hêzên me bi pejinkariyeke mezin yekalî vê pêvajoyê domand, artêşa TC’ê di vê demê de 151 operasyonên bi armanca tunekirinê li dar xistiye.
Ji ber pejinkariya gerîlayên me, ji van operasyonan tenê di 29 operasyonî de ji neçarî pevçûn derketiye û ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyek li dar neketiye. Di pêvajoya bêçalakîbûnê de li hember Qadên Parastina Medya û eyaletên me yên bakur bi tevahî 103 caran êrîşa topbarînê û 25 caran jî êrîşên hewayî li dar ketine. Di vê pêvajoyê de bi tevahî 54 gerîlayên me gihîştine şehadetê. Her wiha ji 21’ê adarê pê ve ji ber êrîşên artêşa TC’ê yên bi hawan û obûsan û bi balafirên şer eydî gundiyên herêmê gelek niştecih, zevî zirar dîtine û bi sedan sewal jî telef bûne. Wekî din ji ber êrîşan gelek daristan û erazî jî şewitîne.
|
Operasyon |
151 |
|
Êrîşên Hewayî |
25 |
|
Êrîşên bi hawan û obûsan |
103 |
|
Destdan |
29 |
|
Çalakî |
- |
|
Hevalên me yên şehîd |
54 |
31 Tebax 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
