Ji gelê me û rayagiştî re!
Ev bi dehan sal in ku Tevgera Azadiyê ji bona ku pêvajoya demokratîk bi pêş bikeve û aştî pêk bê her cure ked û fedekarî dike. Lê her cara ku me hewl daye ev pêvajo mayinde bibe û her cara ku me gavên yekalî avêtiye, derdorên ku ji vî şerî rantxurî dikin, pêvajoyên bi vî rengî vala derxistine.
Di vê pêvajoyê de ji bona ku pêşiya nîqaşan vebibe û demokrasî bi pêş bikeve, em wekî tevger ketine nava biryara yekalî bêçalakîbûnê. Lê piştî ku me vê biryarê daxuyand, pê re jî êrîş û operasyonên bi armanca tunekirinê destpêkirin û operasyon li dar ketin. Hinek derdor hewl didin vî destî me yî ku me dirêj kiriye, di vê demê de bilewitîne.
Herî dawîn di 26’ê gulanê de li navçeya Çelê ku bi ser Colemêrgê ye mayînek teqiyaye û di encamê de şeş leşker miribûn û ev ji hêla rayedarên TC’ê ve hatibû daxuyandin. Piştî vê teqînî li dijî tevgera me dest bi propagandayên qirêj kirin û wisa nîşandan ku mîna ku artêşa TC’ê demokrasî û aştiyê dixwaze, lê tevgera me vê yekê provake dike. Encax qonaxa ku em tê de ne da nîşandan, ev mayîna ku teqîyaye bi hêzên me re tu têkiliya xwe nîn e û ev mayîn bixwe ji hela fermandarên wan leşkeran ve hatiye bi cî kirinê.
Dîsa bi vê bûyerê derket holê ku çapemeniya tikr ne wekî navgîneke ku gel agahî bigirin û bêne ronîkirinê nîn e, berevajî vê yekê ev dide nîşandin ku çapemeniya tirk wekî navgîneke çapemeniya ya leşkerî ye û tenê karên wan ew e ku wîlewîla şer bikin.
Bi vê wesîleyê em wekî Hêzên Parastina Gel didine zanîn ku em ê her dem girêdayî bangên tevgera me û serokatiya xwe bin. Em ê hetanî ku dijmin bi armanca tunekirinê neyê ser me, bi biryara bêçalakîbûnê ve girêdayî bimînin. Divê hemû gelê me û rayagiştî baş bizanibe û hişyar be, dema ku bûyerek bibe, divê ji bilî daxuyaniyên me, tu daxuyaniyek û nûçeyek cidî neyê girtin.
26 Pûşper2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
