HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

1. Di 18’ê Tebaxê de di derdora saet 20.00’an de li navçeya Perwarî li dijî avahiya Muduriyeta Ewlehiyê û avahiya Komandoyan ji aliyê gerîla yê me du çalakiyên hevwext hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya li dijî Muduriyeta Ewlehiyê 8 gulê roketan li avahiyê ketiye, panzêrek derbe xwariye, maşîneke bi zirx a akrep ji aliyê gerîla yê me hatiye rûxandin. Di çalakiya li dijî avahiya komandoyê hatiye lidarxistin jî di navbera gerîla yê me û dijmin de pevçûnek qewimiye, di vê pevçûnê de dema hevalên me xwestine gerîlayek me yê brîndar bûye rizgar bikin, du gerîla yê me gihîştiye şahadetê.

Zerdeşt - Ali Gezer

Navê kod: Zerdeşt Dersimi
Nav û paşnav: Ali Gezer
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1970 – Mereş
Navê dayik û bav: Hatice - İbrahim
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1996 - İstanbul
Dîrok û cîhê şahadetê: 18 Tebax 2011 / Perwarî, Sêrt

Zerdeşt Dersimi – Ali Gezer

Ayhan - Ferzat Nucevan

Navê kod: Ayhan Gorsê
Nav û paşnav: Ferzat Nucevan
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1987 - Urmiye
Navê dayik û bav: Baran - Kemal
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2006 - Urmiye
Dîrok û cîhê şahadetê: 18 Tebax 2011 / Perwarî, Sêrt

Ayhan Gorsê – Ferzat Nucevan

2. Di 18’ê Tebaxê de di navbera saet 18.00-19.00’an de li navenda Dersimê li sêgoşeya Îksorê di navbera leşkerên dijmin ên derketiye operasyonê û gerîla yê me de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de gerîlayek me bi lehengî liberxwe daye û şehîd ketiye.

Jiyanda - Hamdiye Mutaş

Navê kod: Jiyanda Memyan
Nav û paşnav: Hamdiye Mutaş
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1984 - Amed
Navê dayik û bav: İrfet - Suleyman
Sal û cîhê tevlêbûnê: 2004 - Amed
Dîrok û cîhê şahadetê: 18 Tebax 2011 / Dersim

Jiyanda Memyan – Hamdiye Mutaş

Rêheval Jiyanda di nava refê gerîla de bi sekna xwe ya vînî, bêtirsiya wê û di asta jor de bi wêrekiya xwe dihat naskirin. Herdem xwe ji bo şert û mercên herî dijwar amade dikir, bi van taybetmendiyê xwe di her heyamê de derdiket pêş. Ji bo vê jî di pratîkê de di demek kurt de di asta fermandariyê de wezîfe girt û tekoşîneke bi wate meşand. Wê rêhevalên wê herdem wê bi sekna wê ya wêrekî bi bîrbîne.

3. Di 18’ê Tebaxê de di saet 19.45’an de li navçeya Dihê ya bi ser Sêrtê li dijî Girê Qereqola Eskera ji aliyê gerîla yê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 13 leşkerê dijmin ji aliyê gerîla yê me hatiye kuştin, leşkerên birîndar jî naçarî revê mane. Di encama vê çalakiyê de gelek alavên leşkerî ji aliyê gerîla yê me hatiye desteserkirin û gelek alav jî hatiye wêran kirin. Di vê çalakiyê de Rêheval Nûpelda Cûdî bi lehengî şer kiriye tevlî nava refê nemiran bûye.

Nupelda - Zozan Doğan

Navê kod: Nûpelda Dogan
Nav û paşnav: Zozan Dogan
Sal û cîhê jidayikbûnê: 1982 – Mêrdîn
Navê dayik û bav: Gevriye - Şêxmus
Sal û cîhê jidayikbûnê: 2001 - İstanbul
Dîrok û cîhê şahadetê: 18 Tebax 2011 / Dihê, Sêrt

Nûpelda Dogan – Zozan Doğan

Heval Nûpelda di demeke dirêj li qadên herî dijwar ên tekoşînê de maye. Ji ber vê jî hemû zehmetiyên jiyanê nasdikir û bi kedkariya xwe dihate naskirin. Wê rêheval Nûpelda herdem ji aliyê rêhevalê xwe bêbîranîn.

21 Tebax 2011

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê