HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Tekoşîna Azadiya Kurdistanê saleke tekoşînê ya dîrokî û girîng pêşwazî dike. dewlet û artêşa faşîst a tirk ji bo vê tekoşînê lawaz bike, derbe bike her cûre êrîşan bênavber lidardixe. Dewlet û artêşa dagirker a tirk ku zivistanê weke fersendekê dinirxîne, ev çalakiya li Çelê hate lidarxistin ji bo terora li ser Rêbertiya me û opersayonên di mehên zivistanî de hatin lidarxistin, bersiveke. Gerîla yê me yê di her şert û mercê de bi ruhê cangorî yen APOyî liberxwe dide, di vê çalakiyê de jî ç ar rêhevalê mey ê mêrxas ên di serkeftina vê çalakiyê de roleke sereke lîstin heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirin û gihîştin şahadetê. Ev ruhê cangorî yên APOyî ji Şirnexê heta Mûşê, ji Mûşê heta Wanê û ji Wanê heta Rojhilatê Kurdistanê belavbû û van lehengên cangorî di dîroka berxwedêr a gelê Kurdistanê de cîhê girtine.

Hevala Şayan a di sala pêngava dîrokî ya di 1984’an de ji dayik bûye û bi çanda berxwedêr a gelê me yê Botanê mezin bûye, xwe bi mîrateya vê çanda kûr perwerde kiriye. Baweriya azadiyê ya Hevala Şayan ew bû ku tenê li çiyayên Kurdistanê dikare pêk were. Bi van hestan di sala 1996 bi temenekî biçûk berê xwe dide nav refên gerîla.

Di şert û mercên herî dijwar de tekoşîna xwe berdewam kiriye, tevî zext û zorên dijmin li ser gelê me ferz kiriye naçarî koçberiyê maye, zehmetiyên di jiyana xwe de kîşandiye ew pijandiye û vê yêkê di kesayeta wê de hêzeke mezin afirandiye û di nav gerîla de kûrbûneke mezin jiyankiriye. Hevala Şayan a di herêmên Xinêrê, Qendîl, Garê, Çiyayê Spî, Metîna û Zapê tekoşîn meşandiye, herweha di gelek perwerdeyên akademîk ên partiyê de derbasbûye, bi taybetmendiyê xwe yê mîlîtan û şoreşgerî di dilê çiyan û hevalên xwe de cîhekî taybet digirt. Baweriya ya xwe ya, jin bi tekoşîna li çiyan bedew dibe, çiya bi hebûna jinê watedartir dibe herdem zindî digirt û di her şert û mercan de bi çoş weke çiyayîyeke ber bi azadiyê ve bimeşe tevdigeriya.

Perwerdeyên dîtibû, lêhûrbûnên jiyankiribû, kûrbûyina di felsefeya jiyana azad a Rêber Apo de, bûyina şervaneke jêneveger a tekoşîna azadiyê jinê di kesayeta Heval Şayan de derdiket holê. Li dijî her cûre ferasertên paşverû û ber bi pergalê ve dibe bi hişmendiyeke mezin tekoşîneke bêeman dimeşand. Di dilê xwe de hezkirina hevaltiyê mezin dikir û bi vê sekna xwe şopdariya xwe ya bi mîlîtanên jin ê berxwedaniya gelê Kurdistanê ve îspat kiriye. Li pey şopa Şehîd Berîtanan, Zîlanan û Viyanan di mejiyê xwe de bi ruhê cangorî yên APOyî afirandiye û li dijî dijmin lehengtiyeke destanwarî nîşandaye.

Hevala Viyan a di sala 1988’an de li Wanê jidayikbûye û li wir mezin bûye, piştî salên 2000’î tekoşîna me ya azadiyê naskiriye û bi awayekî aktîf di nava xebatên ciwanan de cihê xwe girtiye. Hevala Viyan a bi dil û can xebatê xwe yê tekoşînê berdewam dikir, ev xebata xwe di sala 2006’an de bi biryardariya tevlêbûna nava refê gerîla digihîjîne asta herî jor. Hevala Viyan a bi coşa hatina ser çiyan bi şopdariya şehîdên jin ên cangorî navê xwe ji Heval Viyan Caf a di wan dîroka de gihîştibû şahadetê de digre. Bi perwerde û lêhûrbûnên mezin ên jiyan dike, girêdana xwe ya bi şehîdan, feraseta bi berpirsyar a ji pêvajoya pêngava çaremîn a stratejîk herdem dixwest bibe xwediyê çalakiyeke bi wate. Bi van hestan xwe di her alî de perwerdekiriye û lêhûrbûnên xurt jiyankiriye.

Hevalê Rojhat ê di sala 1989’an de li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makuyê jidayik bûye li derdoreke welatparêz mezin dibe û di temenekî biçûk de tekoşîna azadiyê nasdike. Hîn di temekî biçûk de lêgerînên wî yê tekoşînê destpêdike û piştî ji nêz ve tekoşîna şoreşgerî nasdike bêşik û gûman di sla 2006’an de tevlî nava refê gerîla dibe. Hevalê Rojhat ê xwedî bihistyariyeke mezîn bû, herdem ji boo bibe mîlîtaneke pêşeng di nava hewldanên mezin de bû. Hevalê Rojhat ê bi coş û moralê xwe yê mezin her dem di nava hevalê xwe de rêz û hezkirineke mezin didît bi gotinê xwe “wê her şehîdê me hêza me, baweriya me, girêdana me xurtir bike û derfetê tekoşînkirinê pêşwazî dike. Weke Rêhevalê Yilmaz Ernesto dibêje “WÊ AZADÎ TEQEZ BİSERBİKEVE” ez vê baweriyê herdem diparêzim.” Hevalê Rojhat ê di vê baweriyê de bû di her qadên lê xebat dimeşand bi berpirsyariya demê nêzîk dibû. Bi vê tekoşîna xwe ya watedar tevlî nava refê gerîla bûye.

Hevalê Dîren ê di sala 1991’an de li navçeya Mûşê Melezgirê ji dayikbûye, û di derdoreke welatparêz de mezin bûye. Gelek xizmên wî yê di nava tekoşîna azadiyê de gihîştiye şahadetê li ser wî bandoreke mezin dike û ji bo nîrxên wan berdewam bike û xwedî li tekoşîna wan derbikeve di sala 2009’an de tevlî nava refê gerîla bûye. Tevî demek nû di nava refê gerîla de bû jî bawerî û xwesteka wî, ezma wî  ya tekoşînê wî tecrûbeyên wî mezin dike.

Di her şert û mercan de her çar hevalê me girêdana xwe ya cangorî ya di xeta APOyî de, meşa xwe ya azadiyê di nav kerwanên şehîdan de berdewam dikin. Bi girêdana şehîdên 2011’an yên xwedî çalakiyên mezinbûn, Heval Şayan, Viyan, Rojhat û Dîren bi şahadetên xwe wê bibin sonda me ya serkeftinê ya di xeta Şerê gel ê şoreşgerî yê sala 2012’an.

11 Sibat 2012

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê