HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û raya giştî re!

Di 30’yê pûşperê de di çapemeniyê de hatibû daxuyandin ku li Perwariya Sêrtê pevçûnek hatiye jiyandin û di vê pevçûnê de 10 gerîlayên me şehîd ketibûn û li cenazeyên wan li nexweşxaneyê dihate seknandin.

Ji ber zirûfên şer, derfetên me çênebûn ku em agahiyên der barê hevalên xwe yên şehîd de zelal bikin. Ji ber vê sedemê encax me îro agahiyan zelal kir û me ev bi gelê xwe re parvekir. Em soz didine ku, em ê tola hevalên xwe yên şehîd bistînin û têkoşîna wan bidine jiyandin û li hember dijmin bi rihê Apocî bîranînên wan di pratîkê temsîl bikin.

Tê dîtin ku hevalên me yên ku şehîd ketine, bi sekn û têkoşîna xwe ji wêrekî û fedekariyê dûr nexistine û bi rihê Apocî heta guleya xwe ya dawîn şer kirin. Wê ev rihê berxwedaniyê her dem riya me ronî bike.

Em wekî Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di şexsê şehîdên Perwarî hemû şehîdên xwe bi minetî bibîrtînin û soza girêdayîna xwe didin. Gelê me her dem li şehîdên xwe derketine. Di vê bingehê de em bang li gelê xwe dikin ku bi rihê serhildanê li şehîdên xwe yên leheng xwedî derbikevin.

4 Tîrmeh 2010

Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG