Ji gelê me yê welatparêz û rayagiştî re!
Li ser banga serokatiya me ku tevgera me ev bi mehan e di sekna bêçalakîbûnê de ye, bi pejinkariyeke mezin didomîne û ji bona ku nekeve rewşa çalakîlidarxistinê kedeke mezin daye.
Li hember vê fedekariya gerîlayên me jî, artêşa TC’ê bi dehan operasyonên bi armanca tunekirinê li dar xistiye, bi sedan êrîş kiriye û li hember gelê me sîxurî û bêbextiyê ferz dike û hewl dide gelê me bitirsîne û biçewsîne.
Di encama van hemû êrîşan de di 17’ê tîrmehê de li bejahiya navçeya Hassayê ku girêdayî Hatayê ye artêşa TC’ê operasyoneke tunekirinê li hember gerîlayên me yên ku nexwestine bikevin pevçûnê li dar xistiye. Di encama vê operasyonê de ku teknîkeke herî pêşketî hatiye bikaranîn de, sê gerîlayên me yên leheng gihîştine şehadetê.
Hevalên me Karker, Cîhan û Şiyar di tevahiya jiyana xwe de bi gelê xwe û têkoşîna xwe re heta dawîn girêdayî mane û bi kedeke mezin her dem li pêş ciyê xwe girtine. Ev hevalên me, hişmendiya Konfederalîzma Demokratîk û bengîtiya xwe ya serokatiyê hetanî nefesa xwe ya dawîn domandine û bûne sembola mîlîtantiyê.
Em wekî Hêzên Parastina Gel soz didin ku wê ala berxwedaniyê ku şehîdên me bilind kirine li asîmanan her dem biheje û di şexsê malbatên Sûmbûl, Toktaş û Demîr de ji gelê Kurdistan re sersaxiyê dixwazin. Em bang li hemû gelê me yê welatparêz ên Amed û Sêrt dikin ku bi rihê serhildanê li cenazeyên rêhevalên me xwedî derên.
Şehîdên me bêmirin in!
Bijî Rêber Apo!
25 Tîrmeh 2009
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê
