HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji gelê me û rayagiştî re!

Di 7’ê pûşperê de saet di 11:00’an de li Girê Elemûnê ku girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê ye, teqînek pêk hatiye û di vê teqînê de cahşek bi navê Mûrat Olmez miriye û cahşên bi navê nebî û Zekî Olmez jî birîndar bûne. Bi vê bûyerê re tu têkiliya hêzên me nîn e.

Mayîna ku di bûyerê de teqiyaye, ji hêla artêşa TC’ê  ve berê hatiye raxistin û cahşên ku di bûyerê de mirine û birîndar bûne jî bi zinabûn hatine şandin. Artêşa TC’ê hewl dide bi bûyerên wisa provakatîf bixe stûyê tevgera me. Divê gelê me li hember provakasyonên bi vî rengî hişyar bin.

8 Pûşper 2009

Biryargeha Fermandariya Navendî ya HPG’ê