Malpera Fermî ya Şehîdan

PKK İnternet Sitesi

PAJK İnternet Sitesi

Gerilla TV

YJASTAR Sitesi

 

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Partiya me PKK ku 27'ê Mijdara 1978'an ava bû û gelê me yê li ber qirkirinê bû anî ser xeta berxwedan û serketinê, îro bûye hêvaiya azadiyê ya gelên bindest, jin û ciwanan.

Têkoşîna me ya Azadiyê ya Kurdistanê ku li ser felsefeya Rêber Apo ava bû, ku modernîteya kapîtalîst û hêzên wê yên xwecihî yên qirker mêtinger ji bo xwe weke metirsiya herî mezin dibînin, bi êrîşên herî giran û berfireh ên dîrokê re rû bi rû ye. Hêzên serwer ku di şexsê gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de dixwazin hêviya azadiyê ya gelan bi temamî ji holê rakin, bi her awayî piştgiriya siyasî û leşkerî didin rejîma faşîst a AKP-MHP'ê. Dewleta Tirk a faşîst xwe dispêre teknîka herî pêşketî ya NATO'yê û bi her cûre rêbazên qirêj ên şer êrîşî gerîlayên azadiyê yên gelê me dike. Tevî derfetên li ber destê xwe jî li hemberî îradeya Apoyî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nekarî encamê bi dest bixe. Êrîşa dewleta Tirk a qirker ku ji bo dagirkeriyê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin, heft meh li pey xwe hişt. Di vê pêvajoya heft mehan a şerê giran de ku dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin, lehengiyên ku afirîn, xeta berxwedanê û rêbaza şerê fedaî careke din bi şênberî raxist pêş çavan ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têk naçin. Hêzên me Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî li gorî şert û mercên serdema nû xistin meriyetê, rêbaza şerê tîm ê xwe dispêre tunel û qadê bi hostatî bi cih anîn û bi encamên wergirtî nîşan didin ku li ser xeta serketinê dimeşin.

Artêşa Tirk a dagirker ku li hemberî îradeya qewîn a Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêçare maye, Qadên Berxwedanê yên hêzên me lê ne bi hezaran carî bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê, tank, obus û hawanan bombe kir û tevî vê jî nekarî bigihêje armanca xwe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê her bihosteke xaka Kurdistanê bi ruhê fedaî diparêzin. Artêşa Tirk ku nikare li hemberî gerîla bi pêş ve biçe, rûyê xwe yê qirêj careke din nîşan da û bi hezaran carî bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî li ser tunelên şer bi kar anî. Li gel van êrîşên artêşa Tirk a mêtinger ku li pêş çavên cîhanê sûcên şer dike, hêzên me di nava şert û mercên herî zehmet de bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Gerîlayên me yên azadiyê ku xwe bi felsefeya Apoyî xemilandine û bi rengekî fedaî şer dikin, weke hêza xweparastinê ya bingehîn a gelê me ji bo wezîfeya xwe bi rengekî serketî temam bike bi her awayî berdêlan dide û berxwedaneke bi heybet nîşan didin ku berxwedaneke di vê astê de di dîrokê de nehatiye dîtin.

Gerîlayên me yên azadiyê yên ku li ser xeta fedayî ya rêhevalên me Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal bi biryardarî dimeşin, ji Bakur heta Başur li her qadê berxwedana xwe bênavber didomîne û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dide. Hêzên me yên ku bi çalakiyên kemîn, vedizîn, êrîş, sabotaj, sûîkaest, bi çekên giran, bi çalakiyên gerîla yên koordîne û çalakiyên şoreşgerî bi ruhê fedayî û cesareteke bilind li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor pêk tîne. Hêzên me taktîkên gerîla yên serdema nû di nav hev de bi kar tîne û asta şerê xwe yê jêhatî bi zelalî datîne holê. Gerîlayên azadiya Kurdistanê li Qadên Berxwedanê derbên giran li dagirkeriyê didin, çalakiyên xwe qeyd dikin û wekî belge pêşkêşî raya giştî dikin. Rejîma faşîst a AKP û MHP’ê li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê nikare li ber xwe bide, bi rêya medyaya xwe ya şerê taybet, nûçeyên derew belav dike û dixwaze sûcên xwe yên şer, hejmara mirî û birîndarên xwe veşêre. Leşkerên di bin fermandariya Hûlûsî Akar de ku cenazeyên leşkerên xwe li qada şer hiştin, ji bo nekevin bin kontrola gerîla ew ji zinaran avêtin, bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê ew şewitandin û hewl da wan tine bike. Ev tişt nîşan dide ku çiqasî ji nirxên herî bingehîn ên exlaqî û mirovahiyê dûr in. Agahiyên zelal ên nasname û belgeyên cenazeyên leşkerên di bin kontrola hêzên me de gelek caran ji raya giştî re hatin eşkerekirin. Careke din hatiye îspatkirin ku wezîrê şerê taybet Hûlûsî Akar berê van leşkeran dide şerê giran ê li Kurdistanê, di heman demê de Akar xwedî li leşkerên xwe yên mirî û zindî dernakeve, bi ser de biryarê dide ku cenazeyên mirî werin tunekirin.  Rejîma AKP-MHP’ê ji ber ku li ser sûc hatiye girtin ketiye telaşê û ji ber vê zextên herî faşîst dike û hewl dide li Tirkiyeyê kesên li dijî vî şerî ne jî bêdeng bikin lê ew ê teqez di qada navneteweyî û dîrokê de werin darizandin.

Di şerê 7 mehan de artêşa Tirk a dagirker 2837 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êrîş biriye ser tunel û çeperên şer ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê û sûcê şer kiriye.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi giştî 2553 çalakî li dar xistine û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dane. Di encama çalakiyên xurt ên gerîlayan de ku taktîkên dewlemend ên gerîla bi hev re hatin bikaranîn, 2544 dagirker hatin cezakirin û 366 dagirker jî birîndar bûne.

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku li hemberî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me bi ruhekî fedaî û hewldaneke mezin şer dike, li ser xeta şehîdan serfirazî ji xwe re kiriye armancû parastina gelê me û axa pîroz a Kurdistanê didomîne. Di şerê 7 mehan de 174 rêhevalên me li eniyên herî pêş ên berxwedana herî birûmet a dîrokê cihê xwe girtin, derbên giran li dagirkeran dan, heta nefesa xwe ya dawî bi fedayî şer kirin û şehîd bûn. Bi pêşengiya hevalên me Bager, Êrîş, Bilind, Rêvan, Ciwana, Sîpan, Baz, Nûrî, Mizgîn, Rohat, Şaristan, Mahîr, Avzem, Dogan, Nalîn, Guven, Zamanî, Ronahî, Helbest, Fedaî, Siyabend, Berfîn, Mêrdîn û herî dawîn 17 hevrêyên xwe yên bi êrîşên kîmyewî şehîd bûn, em hemû şehîdên xwe yên destana qehremaniyê nivîsandine bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em sozê didin ku em ê li ser bingeha xeta şehîdan berxwedanê mezin bikin û bîranîna şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.

 

Bîlançoya şer a 7 mehan ya di navbera dîrokên 14 ê Avrêl – 14 ê Mijdarê de wiha ye:

Çalakiyên ji aliyê hêzên me ve hatin lidarxistin;

Bi hêzên parastina hewayî, operasyona şoreşgerî, serdegirtin, sabotaj, sûîqest, kemîndanîn, çekên giran, lêdan û rêbaza gerîla ya koordîneyî 2553 çalakî hatin lidarxistin.

Encama çalakiyên hêzên me;

2544 dagirker hatin cezakirin, 12 ji wan kontra, 18 jê leşkerên payebilind in.
366 dagirker birîndar bûn..

Bi qasî ku hêzên me tespîta wê kirine, di serî de Qadên Berxwedanê Herêmên Parastinê yên Medyayê;

 3694 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
 4886 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
 Çeper û tunelên şer ên hêzên me 2837 caran bi bombeyên di asta navneteweyî de hatin qedexekirin (bombeya fosforê, bombeya termobarîk û bombeya nukleer a taktîkî) û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Çek û malzemeyên leşkerî yên hêzên me dest danîn ser wan;

10 çekên MPT-55 
4 çekên AK-47
3 çekên G-3
 3 çekên bombeavêj
2 çekên M-16
2 çekên HK-416
1 Çeka BKC
Çekek Bombeavêj a B-7
1 Çeka MPT-66
4 debance
4 fîşekên bombeavêj
848 fîşekên M-16 û BKC
18 bombeyên destan û gelek bombeyên mij
4 êlekên êrîşê (pola)
4 mertalên ji pola
3 Rext
12 Şarjor
7 Dûrbînên şev û rojê
3 Dûrbînên Termal
3 Amûrên destnîşankirina bi lazerê
2 Amûrên çekê yên lazer
1 Kameraya Termal
1 Dûrbîna lazerê
4 Sîstemên Kamera yên Mobesse
3 Kamerayên Seriyan
1 Sîstema radar a dikare bê hilgirtin
24 kg teqemenî
4 Mayin
1 Cîhaza teqandina Mayinê
1 Dedektora Mayinê
7 telefonên destan
3 Cîhazên ragihandinê yên bêtêl
1 Panela enerjiya rojê
1 Pisûla
4 Kêr (Kasatûra)
6 Çenteyên leşkerî
2 Kumên Leşkerî
2 Kask
9 Fenerên Destan
2 Amûrên UPS ên veguherandina enerjiyê
1 Çavkaniya enerjiyê
2 Kortex, TNT C3
Perçeyên Pergala Kameraya Mobesse

 

Amûr û alavên leşkerî yên ji aliyê hêzên me ve hatin îmhakirin;

8 helîkopterên Skorsky
3 helîkopterên êrîşê
2 Tank
17 Wesayitên zirxî yên leşkerî
4 Kepçe
65 Sîstemên Kamera yên Mobesse
52 Drone
8 Radar
5 Kamerayên Termal
2 Teleskop
3 Cîhazên Tevlîhevkirina Sînyalan (Jammer)
3 Sensorên tevgerê
2 Cîhazên guhdarîkirinê
1 Wênekêş (fotokapan)
1 Konteynir
99 Çeper
34 Konên leşkerî
1 Kamelya
1 Sîstema Veguhastina Gaza Kîmyewî
1 Cebilxane
5 Çekên A4
2 Çekên BKC
300 kg Teqemenî
10 Xefikên Teqandinê
1 Çepera A-4
2 Pergalên Çekên Kîmyewî
2 Aspîrator
1 Çeka Bombeavêj
1 Çeka AT-4
1 Mertal

Wesayitên leşkerî yên ku hêzên me derb li wan xistin;

47 helîkopterên Skorsky
32 helîkopterên êrîşê
19 çeper
12 drone
9 kepçe
4 wesayitên leşkerî yên zirxî
3 Konên Leşkerî

 

15 ê Mijdar a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê