DAXUYANIYÊN
NAVENDA RAGIHANDINA HPG'Ê
NÎSAN |
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 3'YÊ
AVRÊLA 2008'AN |
LI AMEDÊ OPERASYON, LI
HATAYÊ JÎ HEMBER KONVOYA LEŞKERÎ ÇALAKÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di
1'ê avrêlê de ji hêla artêşa tirk ve li hember qadên Şehîd Kendal û
Apê Mûsa ku girêdayî Eyaleta Amedê ne, operasyoneke ku hê jî didome
hatiye lidar xistin. Wekî din ji hêla hêzên gerîlayên me ve li
hember konvoyeke ku ji Îskenderûnê diçe Edeneyê, dema ji navenda
Dortyola Hatayê derbas dibe çalakî hatiye lidarxistin. Di çalakiyê
de mirî û birîndarên ku nehitina zelakirin hene. Piştî çalakiyê mirî
û birîndar bi ambûlansan hatine rakirin.
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 5'Ê AVRÊLA 2008'AN |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 6'Ê AVRÊLA 2008'AN |
LI ÇIYAYÊ AGIRÎ LI
HEMBER LEŞKERÊN KU DERKETINE OPERASYONÊ ÇALAKÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di
4'ê avrêlê de ji hêla artêşa tirkve li çiyayê Agirî operasyon hatiye
destpêkirin. Di operasyonê de li hember milekî operasyonê ku li girê
di navbera qereqolên Serêkanî û Hezoyê de bi cî bûne, ji hêla
gerîlayên me ve çalakiyeke xweberdanê hatiye lidarxistin. Di
çalakiyê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin û gelek leşkerên ku
hejmara wan diyar nebûye jî birîndar bûne. Wekî din di çalakiyê de,
ji gerîlayên me ve doçkayeke çeka giran û termaleke şevê hatine
rûxandin. Li qadê operasyon hê jî didome.
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 7'Ê AVRÊLA 2008'AN |
BÎLANÇOYA ŞERÊ PÊNC
ROJAN ÊN LI BESTAYÊ:20 LEŞKER HATIN KUŞTIN, KOBRAYEK LÊDAN XWAR Û 4
GERÎLAYÊN ME GIHÎŞTIN ŞEHADETÊ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di 28’ê adara 2008’an de bi beşdariya hêzên
faşîst ên artêşa tirk ên Şirnex, Qileban, Sêrt û Perwariyê, li
hember qada Besta operasyon hatibû destpêkirin. Di operasyona ku
Serikê Mıhemedê Osê, Serikê Deryan, Kanîbotkê û Girê Rêjdeyê girtiye
nav xwe de, di navbera hêzên gerîlayên me û hêzên faşîst ên artêşa
tirk de, di 29’ê adarê de saet di 7.00’ê sibeyî de, li qadên Hêzil û
Avyanê şerên dijwar qewimîne û di şerê ku hetanî êvarî berdewam
kiriye de 11 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.
Di 30’yê adarê de jî di navbera gerîlayên me û leşkerên faşîst ên
artêşê de şer derketiye, bes der barê şer de agahî bi dest neketine.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 8'Ê AVRÊLA 2008'AN |
LI GABAR Û OREMARÊ
ÇALAKÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 7’ê
avrêlê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ve li hember qada Oramarê
ku girêdayî Geverê ye operasyonek hatiye lidar xistin. Di operasyonê
de ji hêla gerîlayên me ve hêzên dijmin ku li Girê Gepara Jêr bi cî
bûne piştî nîvroj saet di 3.30’yan de hedef hatine girtin û di
çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 9'Ê AVRÊLA 2008'AN |
LI BAZÎDÊ MAŞÎNEKE BI
MODELA REO HATE RÛXANDIN: 6 LEŞKER MIRIN 9 JÎ BIRÎNDAR!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di
8’ê avrêlê de ji hêla yekîneyên artêşa faşîst li hember qadên
Demîrkapî û Kirê halacê ku girêdayî Bazîda Agirî ye operasyonek
hatiye lidar xistin. Dema ku ji navçeya Bazîdê ji bona piştgiriyê
konveyek leşkerî diçe qada operasyonê, ji hêla gerîlayên me ve hedef
hatiye girtin û di çalakiya ku danê nîvroj saet di 11.00’an de lidar
ketiye de, maşîneke leşkerî bi modela Reo, parçe bûye û 6 leşkerên
di maşînê de mirine û 9 leşker jî birîndar bûne. Operasyon hê jî
didome.
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 11'Ê AVRÊLA 2008'AN |
LI ÇEMÎŞGEZEKA DERSÎMÊ
LI HEMBER KONVOYA LEŞKERÎ ÇALAKÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Ku li tevahiya Dersîmê operasyon didomin, di
10'ê avrêlê de dema ku konveyeke leşkerî ji qereqola Akrekê ber bi
qada operasyonê ve diçe, ji hêla gerîlayên me yên YJA STAR'ê ve
heder hatiye girtin û di çalakiya ku lidar ketiye de 2 leşker hatine
kuştin û leşkerên ku der barê wan agahî nehatine girtin jî birîndar
bûne.
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 16'Ê AVRÊLA 2008'AN |
LI HEMBER EYALETA
ZAGROSÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ!
Ji gelê me û çapemeniyê re;
1- Duh bi şev ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ve saet di
navbera 1.30-2.30’yan de li hember eyaleta Zagros êrîşeke hewayî
hate lidar xistin. Di êrîşê de tu windahiyên gerîlayên me çênebûne.
Wekî din ev demeke ji hêla yekîneyên artêşa faşîst ve li sînor
sewkiyata leşkerî tê kirin. Duh jî sewqiyateke leşkerî ku ji 110
maşînî pêk tê birine qereqola Oramarê.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 18'Ê AVRÊLA 2008'AN |
LI ÇALAKIYÊN LI ÇIYAYÊ
GABARÊ 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN!
Ji gelê me û çapemeniyê re;
1- Di 10'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên
artêşa faşîst ve li hember qadên Şehîd Yilmaz û Findikê ku girêdayî
çiyayê Gabarê ne operasyonek hatiye destpêkirin. Di operasyonê de
hêzên gerîlayên me milekî operasyonê bi şev saet di 1.00'ê de hedef
girtine û di encama çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 6 leşker jî
birîndar bûne.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 19'Ê AVRÊLA 2008'AN |
ENCAMA PEVÇÛNÊN LI
AMEDÊ:
5 LEŞKER HATIN KUŞTIN 9
LEŞKER JÎ BIRÎNDAR!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Ji 14'ê nîsanê vir ve li Eyaleta Amedê
operasyon li dar dikevin û di 14'ê û 18'ê nîsanê de li herêmên Şehîd
Remzî û Şehîd Kendalê di navbera gerîlayên me û yekîneyên artêşa
faşîst ê tirk de pevçûn hatine jiyandin. Di 14'ê nîsanê de hêzên
gerîlayên me li danê sibehî saet di 4.30'an de li hember milekî
operasyonê çalakî li dar xistine û di çalakiyê de leşkerek hatiye
kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 20'Ê NÎSANA 2008'AN |
ÎLANA RÊHEVALEKÎ ME YÊ
KU DI 15'Ê NÎSANÊ DE
ŞEHÎD KETIYE!
Ji çapemenî û rayagiştî re;
Di 15'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa
tirk a faşîst ve li hember Çiyayê Gabarê operasyon li dar ketibû.
Operasyona ku li qadên Geliyê Gurdila û Karnê li dar ketiye de, di
navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa tirk de şer qewimiye û
di vî şerî de hevalekî me yê bi navê Hamza Erkendî (Ridvan Alagaş)
gihîştiye şehadetê.
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 23'Ê NÎSANA 2008'AN |
DI OPERASYONÊN GELIYÊ
ZAP Û BÎLÎCANÊ DE 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1- Di 20'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa
Tirk a faşîst ve li hember qada Şêx Cuma a ku li Bedlîsê ye
operasyonek hatiye destpêkirin. Ji hêla gerîlayên me ve dema ku
yekîneyek dijmin ji qereqola Şêx Cuma derdikeve, danê êvarî saet di
6.30'an de hedef tê girtin û di çalakiyê de windahiyên dijmin
çêdibin, bes agahiyeke zelal neketiye dest me.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 20'Ê NÎSANA 2008'AN |
LI ÇIYAYÊ AGIRÎ Û QADA
BESTAYÊ
OPERASYON!
Ji çapemenî û rayagiştî re;
1- Di 18'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên
artêşa faşîst ê tirk ve li hember qada Kırê Demîrkapi ku li Çiyayê
Agirî ye operasyonek hatiye destpêkirin û heman rojê jî bi paş ve
vekişiyaye.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 24'Ê NÎSANA 2008'AN |
LI BAKUR 12 LEŞKER
HATIN KUŞTIN, LI HERÊMÊN PARASTINA MEDYAYÊ JÎ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ!
Ji çapemenî û rayagiştî re;
1-
Di 22’yê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa tirk a faşîst ve li
hember qadên Beste û Sêgirkê ku girêdayî Qilebanê ne, operasyonek
hatiye destpêkirin. Danê sibehî saet di 7.30’an de gerîlayên me li
hember konoveyeke leşkerî ku bi armanca piştgiriyê diçe operasyonê
çalakî lidar xistine û di çalakiyê de maşîneke bi modela akrep
hatiye rûxandin û şeş leşkerên ku bi meşê diçin hatine kuştin. Di
maşînê de mirî û birîndar çêbûne, bes agahiyeke zelal neketiye dest
me. Piştî çalakiyê ji hêla hêzên dijmin ve, riya Qileban-Şirnexê ji
bona demekê ji çûn û hatinê re hatiye girtin.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 26'Ê NÎSANA 2008'AN |
ARTÊŞA TIRK KU LI
SEHAYA BAKUR DERBE DIXWE, LI BAŞÛR JÎ DEST BI ÊRÎŞÊN HEWAYÎ KIRE!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di 25'ê nîsanê de ji hêla artêşa faşîst a tirk ve li hember qadên
Xakurkê, Geliyê Reş, Lelîkan, Ermûş, Xinêrê, Avaşîn, Basya, Zap û
Çemço ku girêdayî Qadên Parastina Medya êvarî saet di navbera
8.00-9.00'an de êrîşa hewayî hate lidar xistin. Piştî êrîşa hewayî 3
saet heman qad bi obûs, havan û bombeyên mîsket hatine lêdan. Êrîşa
hewayî danê sibehî jî di navbera 6.00-7.00'an berdewam kir. Di herdu
êrîşan de tu windahiyên gerîlayên me çênebûne.
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 27'Ê NÎSANA 2008'AN |
JI BONA BÎRANÎNA
RÊHEVAL ADIL
PÊVAJOYA MISÎLEMEYAN
DESTPÊKIR;
LI CUDIYÊ JÎ DESTAN
HATE NIVÎSANDIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1-
Ji bona bîranîna Endamê Konseya Komûta ya Leşkerî ya HPG'ê ji hêla
hêzên HPG'ê ve Pêvajoya Misîlemeyan destpêkiriye. Di çarçoveya
Pêvajoya Misîlemeyan de, hêzên gerîlayên me li hember operasyona
yekîneyên artêşa faşîst a tirk ku li çiyayê Cudî destpêkiribû, hêzên
gerîlayên me di 24'ê nîsanê de li qada Girê Hirmo bi şev saet di
1.30'an de û di 25'ê nîsanê de danê sibehî saet di 9.30'yan de li
qada Girê Çelê bi cî bûne çalakiyên bi bandor hatine lidarxistin.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 28'Ê NÎSANA 2008'AN |
JI BONA BÎRANÎNA ENDAMÊ
KONSEYA KOMÛTAYÊ YÊ HPG'Ê RÊHEVAL ADIL AMED,
LI ÇEWLIKÊ ÇALAKIYA MISÎLEMEYÎ!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
1-Di
27'ê nîsanê de ji hêla yekîneyên artêşa tirk a faşîst ve, li hember
qada Şehîd Mazlûm ku girêdayî Dara hênê ya Çewlikê ye operasyon
hatiye lidar xistin. Di operasyonê de, heman roj ji hêla gerîlayên
me yên YJA STAR'ê ve ber bi êvarî saet di 6.30'an de li Girê
Hecbera Mezin li hember yekîneyeke dijmin çalakiyeke
misîlemeyî hatiye li dar xistin. Di çalakiyê de yek ji wan onbaşî,
yek ji wan çawişê pispor û leşkerek bi tevahî 3 leşker hatine kuştin
û leşkerek jî birîndar bûye. Hêzên gerîlayên me di vê çalakiyê de
eydî dijmin 2 çekên G-3 û dedektorek desteser kirine.
|
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 30'Ê NÎSANA 2008'AN |
LI NÛÇEYÊN DEREWÎN Ê
ÇAPEMENÎ Û ARTÊŞA TIRK, YÊN NÛ HATIN ZÊDEKIRIN!
Ji rayagiştî û çapemeniyê re;
Di demên dawîn de piştîk yekîneyên faşîst ên
artêşa tirk li qada bakurê Kurdistanê li ser hev lêdan ji gerîlayên
me xwarin, niha jî ji bona van lêdanan bincil bikin nûçeyên derewîn
belav dikin. Bi taybet nûçeyên ku dibêjin tevgereke leşkerî li
Şeladizê li dar ketiye, rêveberên me hatine girtin û di nava
rêxistinê de nakokî û şer destpêkiriye, nûçeyên ku li ser maseyan ji
hêla Daîreya Şerê Taybet vê têne amadekirin û van nûçeyan bi tevahî
bêbingeh û derew in. Divê gelê me ji nûçeyên wisa tu carî îtîbar
neke.
NAVENDA RAGIHANDINA ÇAPEMENIYÊ YA HPG'Ê |
|