DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA YA 1’Ê
COTMEHA |
DIGEL CEJNÊ OPERASYON!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 30’yê rezberê de di operasyona ku Artêşa Tirk a dagirker ku li
hember qada Apê Mûsa ya ku girêdayî Eyaleta Amedê ye li dar xistiye
de, di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên Artêşa Tirk de bi roj
saet di 15:30’an de pevçûn derketiye. Di pevçûnê de 2 leşker hatine
kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî ku Artêşa Tirk windahî
dan, heman rojê xwe bi paş ve vekişandine.
Navenda Ragihandina
Çapemeniyê ya HPG’ê |
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 3'Ê
COTMEHA |
LI SÊRTÊ OPERASYON!
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 26’ê rezberê de ji hêla Artêşa Tirk a dagirker ve li hemberî
qada Çemçê ku girêdayî Qersê ye operasyonek hatiye destpêkirin û di
29’ê rezberê de bi paş ve vekişiyaye.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA YA 4’Ê COTMEHA |
JI ÊRÎŞAN RE BERSIV HATE DAYÎN!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Bi wesîleya Cejna Remezanê ji hêla KCK’ê û Kongra Gel ve ji bona ku
di dema cejnê de çalakî neyên li dar xistin bang hate kirin û li ser
vê yekê me biryara sê rojan çalakî lidarnexistinê girt. Digel vê
yekê artêşa tirk hem li hember gerîla hem jî li hember gelê me
bênavber operasyonan domand.
Di demeke ku ev êrîş li hember serokatiya me, gel û gerîla berdewam
dikirin de, li hember van êrîş û operasyonan ji hêla gerîlayên me
çalakiyeke ku qereqola Bezelê û girên parastina wê dikin hedef
hatiye girtin, hate lidar xistin. Piştî vê çalakiya serkeftî
pevçûnên tund qewimîne. Der barê vê çalakiyê de emê sibehî bi
berfirehî daxuyanî bidin gelê xwe.
Navenda Ragihandina
Çapemeniyê ya HPG’ê |
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 5'Ê COTMEHA |
ENCAMÊN ÇALAKIYA SERDEGIRTINA BEZELÊ:
62 LEŞKER HATIN KUŞTIN!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 3’yê cotmehê de dema ku leşkerên Artêşa Tirk a dagirker hewl dane
ku ji qereqola Bezelê ku girêdayî Şemzînanê ye derên operasyonê, ji
hêla hêzên gerîlayên me ve bi awayekî bi bandor hatine lêdan. Di
heman demê de sê girên qereqolê jî ji hêla hêzên gerîlayên me ve
hedef hatine girtin.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 6'Ê COTMEHA |
BÎLANÇOYA ŞER A MEHA REZBERÊ
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di meha rezberê de ji hêla Artêşa Tirk ve bi tevahî 46 operasyon
hatine lidarxistin û di van operasyonan de 36 pêwendî hatine
jiyandin. Li hember van operasyonan gerîlayên me yên HPG’ê 34 çalakî
li dar xistine. Di tevahiya şer û pevçûnan de bi tevahî 169 leşkerên
dijmin hatine kuştin û di tevahiya mehê de 11 gerîlayên me bi
lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 7'Ê
COTMEHA 2008'AN |
ŞEHÎDÊN ME YÊN BEZELÊ
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 3’yê cotmehê de ji hêla Artêşa Tirk a dagirker ve operasyonek
hatibû destpêkirin û li hember vê hêzên gerîlayên me avêtibûn Tabûra
Bezelê. Di serdegirtina tabûra Bezelê de 62 leşker hatibûn kûştin,
gelek leşker birîndar bûbûn û gerîlayên me dest danîbûn ser gelek
alavên leşkerî. Di vî şerî de 9 gerîlayên me jî bi lehengî şer
kiribûn û gihîştibûn şehadetê. Agahiyên der bare nasnameya hevalên
me yên şehîd de ev in:
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 8'Ê COTMEHA 2008'AN |
LI AMEDÊ OPERASYON!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 7’ê cotmehê de ji hêla Artêşa Tirk a dagirker ve li hember qadên
Bogazçeşme, Sirta Arsek, Goma Tîko, Dilbê û Heredonê ku girêdayî
Eyaleta Amedê ne operasyonek hatiye destpêkirin. Heman rojê ji hêla
gerîlayên me ve milekî leşkerî yê operasyonê ku li Sirtên Heredonê
bi cî bûne hedef hatine girtin û di çalakiya ku li dar ketiye de 5
leşkerên dijmin hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî
çalakiyê dijmin mirî û birîndarên xwe bi firokeyên skorskyan
rakiriye û qada pevçûnê bi kobrayan bombebaran kiriye.
Navenda Ragihandina
Çapemeniyê ya HPG’ê |
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 10'Ê COTMEHA 2008'AN |
LI ÇIYAYÊ CUDÎ ÇALAKÎ:
5 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 8’ê cotmehê de dema ku leşkerên Artêşa Tirk a dagirker li
derdora gundê Bilika ku girêdayî Çiyayê Cudî ye operasyon li dar
xistine, hêzên gerîlayên me bi şev saet di 22:30’an de li hember
yekîneyeke dijmin çalakiyek li dar xistine û di encama çalakiyê de 5
leşker hatine kuştin.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 11'Ê COTMEHA 2008'AN |
DI OPERASYONAN DE SÎXUREK Û ENDAMEKÎ JÎTEM’Ê
HATE KUŞTIN!
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 10’ê cotmehê de ji hêla balafirên şer ên Artêşa Tirk ve bi şev
saet di navbera 22:00–24:00’an de herêma Xinêrê ku girêdayî Qadên
Parastina Medyayê ye hatiye bombebarankirin. Di encama êrîşê de
zirareke gerîlayên me çênebûye.
2. Di 9’ê cotmehê de ji hêla balafirên şer ên Artêşa Tirk ve Geliyê
Basya hatiye bombebarankirin. Di encama êrîşa hewayî de 2 gerîlayên
me jî bi sivikî birîndar bûne.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 11'Ê COTMEHA 2008'AN |
ÇALAKIYA LI DIJ POLÊSÊN AMEDÊ!
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 8’ê cotmehê de ji hêla hêzên gerîlayên me ve li taxa Ezîziyê
ku li navenda Amedê ye, li hember otobûseke polêsên tirk çalakî
hatiye li dar xistin. Di encama çalakiya ku bi serkeftî pêk hatiye
de, 6 polês hatine kuştin û gelek polês jî birîndar bûne. Di dema
çalakiyê de hêzên gerîlayên me ji bona zirarek negihê gelê me
pejinkar tevgeriyane û ji ber ketina tatêlê ya dijmin eletexmînî
dijmin derdora xwe gulebaran kiriye û di encamê de ji hemwelatiyan
hinek birîndar bûne.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 11'Ê COTMEHA 2008'AN |
ARTÊŞA TIRK QADÊN SIVÎL BOMBEBARAN DIKE!
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 13’ê cotmehê de ji hêla balafirên şer ên Artêşa Tirk ve Gundê
Melextê û Geliyê Fakîra ku girêdayî herêma Metînayê ne û derdora Ava
Zapê hatiye bombebaran kirin û bi hawan û topan hatine lêdan. Di
encama van êrîşan de gelek eraziyên eydî gundiyan şewitîne û gelek
sewalên gundiyan jî telef bûne. Li hember van qadan êrîş hê jî
didomin.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 11'Ê COTMEHA 2008'AN |
Li Geverê li hember konvoya operasyonê çalakî:
2 leşker hatin kuştin!
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 13’ê cotmehê de ji hêla Artêşa Tirk a dagirker ve li hember
bejahiya Geverê operasyonek hatiye destpêkirin û li hember
operasyonê hêzên gerîlayên me konvoyeke ku ji navenda Geverê ber bi
qada operasyonê ve diçe hedef girtine û di encama çalakiyê de 2
leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşkerên ku hejmara wan diyar
nebûye jî birîndar bûne.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 17'Ê COTMEHA 2008'AN |
LI ŞERÊ COLEMÊRGÊ;
31 LEŞKER HATIN KUŞTIN Û FIROKEYEKE HATE
XISTIN
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 14’ê cotmehê de ji hêla Artêşa Tirk a dagirker ve ku tugayên
qomando yên Colemêrg, Şirnex û Qeyseriyê beşdar bûn de, li hember
qadên Girê Berana, Meydan Belek, Siwarê Xalê, Sirtên Faraşînê,
Geliyê Marînos û Kato Marînosê ku girêdayî Colemêrgê ne operasyonek
hatiye destpêkirin.
Di roja duyemîn a operasyonê de, êvarî saet di 19:00’an de hêzên
gerîlayên me yên HPG’ê û YJA-STAR’ê li hember 79 qomandoyên taybet
ên dijmin ku li Girê Kordînê ku bi ser Mezra Marînos ve ye
çalakiyeke berfireh li dar xistine.
Hêzên gerîlayên me bi du milan ve li hember gir çalakî li dar
xistine û gir bi tevahî ketiye destê gerîlayên me. Di çalakiya ku
çekên giran û ferdî hatiye bikaranîn de, qomandoyên ku girêdayî
Tûgaya Qomando ya Qeyseriyê ne, yên ku sax filitîne li ber xwe
nedane û ji gir reviyane.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 19'Ê COTMEHA 2008'AN |
LI ÇELÊ LI HEMBER MILEKÎ OPERASYONÊ ÇALAKÎ:
6 LEŞKER HATIN KUŞTIN!
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 18’ê cotmehê de saet di navbera 14:00-16:00’an de ji hêla
balafirên şer ên Artêşa Tirk ve li hember qada Arê ku girêdayî
Xakurkê ye êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin. Piştî êrîşa hewayî
qad topan hatiye lêdan. Di van êrîşan de tu zirareke hêzên gerîlayên
me çênebûye.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 20'Ê COTMEHA 2008'AN |
HÊZÊN PARASTINÊ YÊN HEWAYÎ BALAFIREKE F-16 A ŞER XISTIN!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 19’ê cotmehê de ji hêla balafirên şer ên Artêşa Tirk a faşîst ve
li hember herêma Xakurkê ku girêdayî Qadên Parastina Medyayê ye,
êrîşeke hewayî hatiye li dar xistin. Li hember êrîşa hewayî hêzên
parastina hewayî yên gerîlayên me bi çekên giran balafirên şer hedef
girtine û balafirike F-16 a şer derbe xwariye, şewitiye û li qada
Rûbarok-Şafata ku girêdayî Şemzînanê ye înfîlak bûye.
Wekî din di êrîşa hewayî de eydî gundiyan gelek zom zirar dîtine û
50 sewal telef bûne. Xebatên ji bona tespîtkirina zirarên madî yên
gundiyan didome.
Navenda Ragihandina Parastinê ya HPG’ê |
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 22'Ê COTMEHA 2008'AN |
DEWLETA TIRK Û FARIS KU DI ŞERÊ XWE YÊ QIRÊJ DE BISERNAKEVIN,
ÊRÎŞ DIBIN SER GEL!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 19’ê cotmehê de Artêşa Tirk û Îranê li hember bejahiya Bajêrganê
operasyoneke hevbeş li dar xistine. Operasyona hevbeş, bêyî ku
encamek bigire di 20’ê cotmehê de bi paş ve hatine vekişandin.
Di dema bi paş ve vekişandinê de, Artêş TC’ê û ya Îranê, li gundê
Erbîlayê zextan kirine û gundiyan binçav kirine.
Navenda Ragihandina Parastinê ya HPG’ê |
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 26'Ê COTMEHA 2008'AN |
LI ÇEWLIKÊ ŞER!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 21’ê cotmehê de ji hêla artêşa faşîst a tirk ve li hember qada
Golê ku girêdayê Çewlikê ye operasyonek hatiye destpêkirin. Di
operasyonê de di navbera hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa
dagirker de şer qewimiye. Di şer de windahiyên artêşa dagirker
çêbûne, bes der barê mirî û birîndarên wan de agahiyek bi dest
neketiye. Di şerê qewimiye de hevalên me yên bi navê Cotkar Kartal (Bahattîn
Kartal) û Bextiyar Cîlo (M. Şîrîn Gul) bi lehengî şer kirine û
gihîştine şehadetê.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 28'Ê COTMEHA 2008'AN |
ARTÊŞA TC’Ê, GUNDÊN QADÊN PARASTINA MEDYA
BOMBEBARAN DIKE!
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 27’ê cotmehê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve qada Govendê
ku li Qada Parastina Medyayê ye, bi obûs û hawanan hatiye lêdan. Di
êrîşê de tu windahiyeke gerîlayên me çênebûye.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 29'Ê COTMEHA 2008'AN |
HÊZÊN ME YÊN HEWAYÎ, F-16'YEK DERBE KIRIN!
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 28'ê cotmehê de ji hêla balafirên şer ên artêşa dagirker a
tirk ve, saet di navbera 9:00-10:30'an heta 13:00'an qadên Avaşîn,
Basya, Bogaza Belê, Mamreşo, Hergûş, Mavata, Xinêrê, girêdayî
Xakûrkê qadên Şehîd Ahmet û gundê Musoloke û girêdayî Zapê gundê
Kokerê hatine bombebarankirin.
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 30'Ê COTMEHA 2008'AN |
GERÎLAYÊN ME ÇEPERÊN ARTÊŞA TIRK DAN BER HAWANAN!
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 27’ê cotmehê de leşkerên artêşa dagirker a tirk li girê Gîrê
ku girêdayî Çelê ye bi cî bûne û herêma Zapê ku li Qadên Parastina
Medyayê ye, dane ber havan û obûsan. Piştî bombebarîna artêşa tirk,
hêzên gerîlayên me di heman demê de bersiv dane û bi çekên giran û
hawanan girê Gîrê hedef girtine û di encama bersivdayîna gerîlayên
me de 6 guleyên hawanan li çeperên artêşa tirk ku li girê Gîrê bi cî
bûne ketine. Der barê mirî û birîndarên leşkerên artêşa tirk de
agahiyek bi dest neketiye.
2. Di navbera 29-30’yê cotmehê de ji hêla artêşa dagirker a tirk ve
herêmên Çiyareş û Çemço bi havan û obûsan hatine lêdan. Di encama
êrîşê de tu ziyaneke gerîlayên me çênebûye, bes zeviyên eydî sivîlan
û riyên gundan zirar dîtina.
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê |
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 31'Ê COTMEHA 2008'AN |
ÊRÎŞÊN OBÛS Û HAWANAN, ZIRAR DIDE SIVÎLAN!
Ji gelê me û rayagiştî re!
Ji 29’ê cotmehê vir ve ji hêla artêşa dagirker a tirk ve qadên
Gerdiya, Girê Ronahî, Adilbeg û Dola Zetê ku girêdayî Eyaleta
Zagrosê ne, bi hawan û obûsan hatine lêdan. Di êrîşên ku hê jî
didomin de, windahiyên gerîlayên me çênebûne, bes zevî û goristanên
gundiyan rûxiyane û 20 sewalên eydî gundiyan jî telef bûne.
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê |
DAXUYANIYA HPG BÎM'Ê YA 31'Ê COTMEHA 2008'AN |
BÎLANÇOYA ŞER A MEHA COTMEHÊ
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di seranserê meha cotmehê de artêşa dagirker a tirk li hember hêzên
gerîlayên me 28 operasyon li dar xistiye û di van operasyonan de 31
car destdan hatine jiyandin. Li hember van operasyonan hêzên
gerîlayên me di serî de li Bêzelê, li Amedê li hember polêsan, li
Kato û Dersîmê bi tevahî 23 çalakî li dar xistine. Di şerên meha
cotmehê de 148 hêzên dijmin hatine kuştin û 18 gerîlayên me jî bi
lehengî gihîştine şehadetê.
|