HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

120x180-dolunayli geceMe bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî serbikevin. Hêza civakê ya pêşeng jin û ciwan in. Ji ber ku hêza bi bandor in, dijmin her jin û ciwan hedef digre û bi êrîşan bandor dike.
Ji rojê êrîşên ku li hemberî civaka exlaqî-polîtîk pêşketiye heye îro her tim jin û ciwan bûne hedefa sîstemê. Jin bi fikrê xwe, bi xwezaya xwe her berxwedaye û bûye pêşengekî xwezayî. Ji bo jin hêz û vîna xwe nasneke û nebîne, sîstema kapîtalîst bi nirxên wê lîstiye û kiriye yên xwe. Dîsa jinê wek meta bikaranîn û wisa dayîna naskirin, nirxên wê yên cewherî biçûk xistin, xwedawendîtiya jinê ji holê rakiriye û kiriye koleya efendiyan.
Di her çar parçeyên Kurdistanê de, jinên ciwan di asta bilind de rola xwe dileyîze û mirov dikare wek hêza motora civakê jî pênase bike. Weke jinên ciwan êrîşên dijmin di her aliyan de hem mile fîzîkî, hem jî di milê fikrî de her dem çêdibe. Lê tu car wek jin û ciwan dev ji hêz, kelecan û enerjiya xwe bernade. Bi van taybetmendiyan pêşengtiya gel dike û her dem riya berxwedaniyê esas digre.
Rol û mîsyonên ku dikeve li ser milê jinên ciwan ku rast were pêkanîn, hem wek jin, hem jî wek ciwan dikare hêzekî xurt derxe holê. Bi vê hêzê re dikare pêşengtiya civakekî bike û dike jî.
Jinên ciwan bi hêz, vîn û fikrê xwe tevlî rêxitinê bûne. Ne tenê jinekî, bi hezaran jin bi hatina wan a navnîşana rast bi berxwedanî û baweriya xwe keda ku serokatî daye beranberê vê di xeta Ş. Zîlan, Ş.Evrîm, Ş.Ronahî de bi hewlidanekî mezin dimeşin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Arjîn Vînda