HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Dîroka têkoşînê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, xwedî pêvajoyeke têkoşînê ya bi heybet e ku tê de bi hezaran destanên lehengiyê hatin nivîsandin . Dîroka destanî ya gelekî ye ku li dijî înkar, mêtîngerî û qirkirinê serî rakir û ji bo afirandina jiyaneke azad û demokratîk li ber xwe da. Em bi hezaran şehîdên xwe yên ev dîrok afirandin bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin. Em hevalên xwe Binevş (Fevziye Tekîn), Dîcle (Sevgî Hazar), Viyan (Zeynep Gasir) û Roza (Bedriye Aktî) yên di demên cuda de gihîştin şehadetê bibîr tînin.

Nêrîn û felsefeya Rêber Apo ya ku jinê weke navenda jiyanê dibîne û destnîşan dike ku eger cîhaneke azad û aştiyane wê hebe ev ê bi pêşengiya jinê be, wezîfe û mîsyoneke mezin daye ser milê tevgera jinê ya vê pêşengiyê bike. Tevgera Jinê ya Kurdistanê, pêşengiya avakirina sîstemeke demokratîk, wekhev û azad ji bo hemû jinên cîhanê daye ser pişta xwe.

Peyama jinê ya ji vê mîsyonê re daye; bi bilindkirina têkoşînê re ji bo azadiya Rêbertî û azadiya jinê şerekî bêdudilî ye. Bi dest xistina vê astê ji aliyê jinên bi salan hatine binpêkirin û di nava civakê de tine hatine hesibandin, watedar e û serketineke mezin a jinên Kurd nîşan dide. Her berdêlên di vî şerî de hatine dayîn, bi watedarkirinê de bûne sedema bilindkirina asta têkoşînê. Her çar hevrêyên me yên gihîştin şehadetê, bi girîngî û wateya vê mîsyonê re tevlî têkoşînê bûn, weke gerîlayên YJA STAR'ê li gelek qadan xebat meşandin û serketinên mezin afirandin."

Nasnameyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ne:

binevs fevziye_small

 

 

Nasnav: Binevş Denîz
Nav paşnav: Fevziye Tekîn
Cihê ji dayik bûnê: Mûş
Navê dê û bav: Saadet, Mûhammed
Cih û dema ji destdayîna jiyanê: 1'ê Tebaxa 2011 / Rojhilatê Kurdistanê

 

 

 

Bınevş - Fevziye Tekin

dicle sevgi_small

 

 

 

Nasnav: Dîcle Delîla
Nav paşnav: Sevgî Hazar
Cihê ji dayik bûNê: Mersîn
Navê dê û bav: Kismet, Mehmet
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: 1'ê Tebaxa 2011 / Rojhliatê Kurdistanê

 

 

Dicle - Sevgi Hazar

 

viyan zeynep_small

 

 

Nasnav: Viyan Kiçî
Nav paşnav: Zeynep Gasir
Cihê ji dayik bûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Meryem, Baba
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: 16'ê Gulana 2015 / Erzîrom

 

 

 

Viyan - Zeynep Gasir

roza bedriye_small

 

 

 

Nasnav: Roza Garzan
Nav paşnav: Bedriye Aktî
Cihê ji dayik bûnê: Wan
Navê dê û bav: Besriye, Fîkret
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: 31'ê Tebaxa 2012 / Amed



Roza - Bedriye Akti

28 TÎrmeh 2015

Daxuyaniya Biryargeha Navendî Ya YJA - STAR/ê