Weke tê zanîn em di pêvajoyeke şer û pevçûnan re derbas dibin. Weke hêzên gerîlayan me di sala 2011 de dest bi 4’emîn hemleya stratejîk a berxwedanê kir, ev berxwedana bênavber di sala 2012 de jî berdewam dike. TC (Komara Tirk) li hemberî vê berxwedana me ya mezin, polîtîkayeke berfireh a tunekirinê dimeşîne, ev yek rastiyek e. An ne, ger ne ji hişmendiya Kurdewariya û şerê wê bûya, ev polîtîkaya wan a înkar û îmha yê ewqas bi awayeke êrişkarî bi aşkereyî dernediketin holê. Li hemberî hemû şert û mercên dijwar ên zivistanê jî gerîlayên me berxwedaneke bêhempa nîşan didin, ev yek jî nîşan dide ka em di çalakî û berxwedana xwe de bi israr in. Her çendî nekeve rojeva çapemeniyê jî, lê bê guman di van demê dawiyê de gelek wendahiyên dijmin çêbûn. Jixwe sedema van êrişên xwînxwarî û hovane jî bêçarebûn û tengezariya wê ya li hemberî berxwedana me ye. Ji ber vê, hemû operasyonên bi armanca tunekirinê di zivistanê de dest pê kirin, her ku diçe berfirehtir dibin. Herî dawî di raya giştî de belav bû ku li Xerzanê 15 gerîlayên me yên jin gihiştine şehadetê. Lê ji ber şert û mercên zivistanê, em nikarin bi yekîneyên xwe yên li wir re peywendî deynin, ji ber vê jî agahiyên berfireh ên der barê vê bûyerê de negiştine destê m, ji ber vê jî em nikarin bi berfirehî bi gelê me û raya giştî re parve bikin. Her çendî me agahiyên berfireh der barê vê bûyerê de bi dest nexistibe, lê rastiyek heye: gerîlayên me yên jin li hemberî êrişa dijmin berxwedaneke dîrokî û destanî nîşan dane.Ger tiştên tên gotin rast bin, ev yek jî dê bi xwedîlêderketina gelê me yê welatparêz û malbatên hêja yên hevalên me ya li cenazeyan bi temamî aşkere bibe. Ev cara yekem e ku li herêmekê evqas gerîlayên jin bi komî şehîd dikevin. Jixwe ev bi salane hikûmeta AKP’ê li hemberî jinan bi êrişkarî tevdigere, ev yek bi vê êrişa dawî gehişt asta herî jor. Li hemberî zîhniyet û êrişeke wiha, helbet dê gelê me bi ruh û giyanê serferberiya topyekun li keçên xwe yên hêja xwedî derbikevin. Ji ber ku di hedefa vê êrişê de nirxên me yên civakî hene. Hedefkirina nirxên me yên civakî tê wateya derbelêxistina gelê me. Em di wê baweriyê de ne ku dê gelê me li hemberî vê bûyera bêhempa li keçên xwe yên berxwedêr xwedî derbikevin, vê yekê bike hinceta serhildaneke mezin û vê bûyerê bike sembola şerê gel ê şoreşgerî. Ji ber ku di cewhera her yek ji van jinan de şoreşek heye. Kesayetên mezin hertim xwedîlêderketineke mezin heq dikin. Ew ê ji bo gelê me bibin taca serhildanê. Ji ber wê jî gelê me dê bi xurtkirina serhildan û rêxistinbûnê û berxwedanê tola van keçên xwe yên berxwedêr hilînin.
Em weke hevalên wan, ev yek ji bo me, ev şehadet ji bo têkoşîna şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya jinê pêş ket, dê ji bo me bibe zêdetir xebat, zêdetir tevilbûn û zêdetir şerkirin. Ew ji bo me hinceta tohildanê ne, dê tola wan bê hildan. Jixwe bûyereke wiha, di demek wiha girîng de li rastî Hefteya Qehremantiyê hatiye. Dê bi boneya Hefteya Qehremantiyê hêrs û kîna me bigihe asta herî jor. Bila hikûmeta AKP’ê vê yekê baş bizane ku her çendî bixwaze gerîlayên me yên jin qetil bike, tu carî nikare dînamîka têkoşîna jinê biqedîne. Cihê her yek ji wana ji aliyê keçên me yên welatparêz ve tên dagirtin. Gerîlayên me yên şehîdbûne, bedelên bi rûmet azadiya Rêber APO û çareseriya Xweseriya Demokratîk a bi pêşengiya Şoreşa Kurdistanê pêş dikevin in. Her çendî şehadeta hevalên me êşeke mezin dabin me jî, lê em vê bûyerê weke wendahiyekê nanirxînin. Ji ber vê yekê ev bûyer ji bo gelê me û gerîlayên me ne wendahiyeke. Berovajiyê wê ev yek hinceta me ya xurtkirina têkoşînê û gehiştina serkeftinê ye. Em weke hêzên HPG û YJA-STAR’ê vê bûyerê weke wesîleya tohildanê dibînin û soz didin dê heyfa wan bê hildan.
Em navê hevalên xwe yên jin ên li herêmê û yên ku îhtîmala şehadetê hene aşkere dikin. Ev navên hatine aşkerekirin, dikarin bi bihîstyariya malbat, gelê mey ê welatparêz û raya giştî bi temamî aşkere bibin. Em ji niha ve ji malbatên xwe yên ku şehadetê bihîstine re sersaxî û sebirê dixwazin. Herî dawî, em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz, dayîkên xwe û jinan dikin ku bi pêşengiya jinan li ewladên xwe yên hêja xwedî derbikevin û xwedîlêderketinê vebiguherînin serhildanan.
28 Adar 2012
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA-STAR