Çapemenî Û Raya Giştî Re!
Çalakiya fedaî ya ku 23'ê Cotmehê saet di 15:30'î de li Enqereyê li hemberî navenda TUSAŞ'ê hate kirin, ji aliyê tîmeke xweser a Tabûra Nemiran ve hate kirin.
Ev çalakiya dîrokî bi biryardariyeke bilind, hunereke afirîner û ruhê fedaî yê Apoyî hate kirin. Lehengên vê çalakiya dîrokî jî hevrêyên me Asya Alî - Mîne Sevjîn Alçîçek û Rojger Hêlîn - Alî Orek in.
Ev çalakiya ku demeke dirêj beriya niha hatibû plankirin û bi rengekî serketî bi cih hate anîn, ti eleqeya xwe bi rojeva siyasî ya meha dawî re nîne ku li Tirkiyeyê tê nîqaşkirin. Tabûra Nemiran weke prensîb tim û tim çalakiyan nake. Lê belê dem bi dem li hemberî hedefên stratejîk û girîng, dûrî ji rojeva rojane li hemberî kiryarên qirker, komkujî û kiryarên tecrîdê yên dewleta Tirk çalakiyên fedaî yên ji bo hişyarkirinê û bi peyam pêk tîne. Çalakiya ku hate kirin jî di vê çarçoveyê de li dijî kiryarên li Kurdistanê hate kirin.
Tê zanîn, çekên ku ji aliyê TUSAŞ'ê ve têne çêkirin li Kurdistanê jin û zarok jî di nav de bi hezaran mirovên me yên sivîl qetil kiriye. Mafê her rêxistin, sazî û mirovên welatparêz ên Kurdistanî ye ku li hemberî navendên ku çekên komkujiyê hildiberînin, çalakiyan bikin. Tevgera me û hêzên wê, ku ne tenê ji bo gelê Kurdistanê her wiha ji bo gelên Tirkiyeyê û qezençkirina wan dest bi têkoşînê kiriye, ti carî sivîlan nake hedef. Di vê mijarê de, berê bê daxwazê, ji neçarî yan jî bi şêweyên cuda hin kar hatibin kirin jî tevgera me îzahata vê yekê ji gelên me re kiriye û rexnedayina wê daye. Ji xwe TUSAŞ a ku çalakî il hemberî wê hate kirin hedefeke leşkerî ye. Di vê çalakiyê de ji neçarî sivîlekî jiyana xwe ji dest da, ku ji bilî vî sivîlî li hemberîs ivîlan ti êrîş nehatiye kirin. Derdorên çep, sosyalîst, demokrat û welatparêzên rasteqîn ên Tirkiyeyî eger bi empyatiyê nêzî vê bûyerê bibe, wê rastiya mafdar bibînin.
Piştî vê çalakiya leşkerî, qaşo ji bo hilanîna tola vê çalakiyê bi fermana Wezareta Parastinê ya Tirk li hemberî hin nuqteyên hêzên me yên gerîla êrîşên hewayî hatin kirin. Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me nehatiye. Lê belê li hemberî Rojavayê Kurdistanê û Şengalê ku ji aliyê organîk ve ti têkiliya wan bi me re û çalakiyê re nîne, li dijî hedefên sivîl êrîş hatin kirin ku ev êrîş ji aliyê şer ve ti qîmeta xwe nîne, tenê bi dijminatiya li Kurdan dikare bê pênasekirin. Li gel ku li hemberî wan hêzeke leşkerî heye ku têdikoşe, êrîşa li ser qadên jiyanê, depoyên avê, firinên nan, stasyonên elektrîk û enerjiyê û nexweşxaneyên li parçeyekî din ê Kurdistanê sûcê şer e, binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Ji xwe li gorî agahiyên ku me ji çapemeniyê wergirtin, di encama van êrîşan de zarok jî di nav de derdora 15 mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Ev yek komkujî ye, qirkirin e. Artêşeke bi rûmet bi rengekî namerdî top û fuzeyan li qadên binesaziya sivîl û mirovên sivîl naberîne û bi vê êrîşê nabêje 'me tol hilanî' û pesnê xwe nade. Ev yek tenê nîşaneya tirsonekî û lawaziyê ye.
Hin hêzên ku demeke nêzîkatiya tatkîkî ya hêzên me yên gerîla weke lawaziyê şîrove dikin, bi vê çalakiyê di pratîkê de dîtin ku şaşitiyê dikin. Ev çalakî bi taybetî li hemberî hêzên ku di vê mijarê de nêzîkatiyeke şaş nîşan didin, bersiveke. Divê bê zanîn, hêzeke ku çalakiyeke ewqasî profesyonel û sofîstîke dike, ti hedef nîne ku nikaribe xwe bigihînê, ti çalakî nîne ku nikaribe bike. Hêzên me bi temamî li ser vê bingehê xwe kûr dike û gav bi gav ev yek di pratîkê de bi cih tê anîn. Lê belê piştî çar salan wergirtina peyameke germ ji Rêber Apo ku li nava raya giştî belav bû, ji bo hemû hêzên gerîla cihê kêfxweşiyê ye û rewşeke welê ye ku divê li ber çavan bê girtin. Ev yek her wiha xusûseke welê ye ku li gorî pêşketinan dikare bê nirxandin.
Lehengên mezin ên Tabûra Nemiran hevrê Asya û Rojger bi ruhekî fedaî yê bilind û performanseke profesyonel xeta hevrê Şehîd Bêrîtan - Gulnaz Karataş di salvegera 32'emîn a şehadeta wê de bi vê çalakiyê gihandin asta herî bilind. Em hevrêyên xwe Asya û Rojger bi hurmet û minet bi bîr tînin û li pêşberî çalakî, sekn, ruhê mirovî yê mezin ê bi wate û dilsoziya bi nirxan re bejna xwe bi rêzdarî ditewînin, soz didin ku bîranînên wan, meşa 'Rêberê Azad û Kurdistana Azad' bi serketinê tacîdar bikin.
Agahiyên nasnameya nemirên me yên ku çalakiya fedaî li dar xistin wiha ne:
|
Nasnav: Asya Alî |
Asya Alî – Mîne Sevjîn Alçîçek
|
Nasnav: Rojger Hêlîn |
Rojger Hêlîn – Alî Orek
25’ê Cotmehê 2024
FERMANDARIYA BÎRYARGEHA NAVENDA PARASTINA GEL