HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Hevalên hêja!

Ji 3'ê Tîrmehê û vir ve li Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Sergelê êrişeke nû ya dagirkeriyê tê kirin.

Di nava meha derbasbûyî de li hemberî êrişên hewayî û bejahî yên artêşa dagirker, di asteke girîng de bersiv hate dayin û çalakiyên xurt hatin kirin. Li gel çalakiyên îmhakirina vînç û wesayitên zirxî, lêdana li wesayitên leşkerî û hêzên teqwiye yên dagirkeran, bi taktîkên afirîner 10'ê Tîrmehê û 16'ê Tîrmehê 2 helîkopterên Skorsky ên artêşa Tirk hatin xistin. Ev çalakiyên ku encamgiriya rêbaza şerê bi tîmê pispor ê dema nû raxist pêş çavan, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Di êvara 6'ê Tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar yekîneyeke dagirker destpêkê hate kontrolkirin, piştre bi tîmên gerîla yên koordîneyî li qadê kemîn li pêşiyê hate danîn û bi çalakiyeke bi bandor derba giran lê hate xistin. Di vê çalakiyê de 14 dagirker hatin cezakirin ku fermandarê bi paye yê yekîneya dagirker jî di nav de bû û 5 dagirker bi giranî birîndar bûn, bi vî rengî yekîneya dagirker hate tasfiyekirin. Vê çalakiya serketî careke din nîşan da ku dema taktîkên gerîla yên dema nû û rêbaza şer a bi tîmê pispor bi rengekî rast bi cih hate anîn wê di kîjan astê de encamê werbigire. Ev çalakî ji bo silavkirina salvegera 40'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê hate kirin ku fermandarê me yê mezin hevrê Egîd pêşengî ji pêngavê re kiribû. Lewma ev çalakiya we ya serketî hîn bi wate bûye.

Di çalakiyên pêvajoya şer a meha dawî, xistina 2 helîkopteran û çalakiya dawî de, hemû yekîne û tîmên pispor ên ku keda xwe tê de heye, ji ber serketina wan pîroz dikin. Di van rojên salvegera Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê de em di wê baweriyê de ne bi ruhê fedaî û terzê zaferê yê Egîdan wê serketinên hîn mezin bêne bidestxistin. Li ser vê bingehê hevrêyan hemûyan bi hestên şoreşgerî yên ji dil silav dikin.


8ê Tebaxa 2024

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA PARASTINA GEL