HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re

Di çalakiya hêzên me de ya li Zapê, dagirkerek hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên grîla 6 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne;

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

– 3'ê Çileyê saet di 08:50'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li nêzî qada Çemçoyê xistin. Di encama çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– 2 û 3'ê Çileyê Qada Gundê Deşta Kafya ya Garê û derdora Gundê Bêşîlî yê Metînayê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

– 3'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemço û nêzî gundê Sîdayê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

4 ê Çileya 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG