Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên hêzên me de 1 dagirker hate cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.
Agahiyên berfireh yên li ser çalakî û êrîşên dijmin wiha nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;
– 17'ê Kanûnê saet di 11:15'an de li herêma Çemçoyê ya girêdayî nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li qadê xistin. Di encamê de 1 dagirker hate cezakirin.
– 17'ê Kanûnê saet di 13:30 û 15:30'î de li nêzî gundê Sîda yê ser bi nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 17'ê Kanûnê saet di 16:30'î de li nêzî herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 17'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Sîda, Girê Amediyê û Girê FM'ê bi obus, tank û çekên giran bi dehan caran hatin bombekirin.
18 ê Kanûn a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê