Çapemenî û Raya Giştî Re
Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;
1. Li herêma Zapê;
– 9'ê Adarê saet di 06:30'î de dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan û di encamê de 1 dagirker hate cezakirin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– 9'ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metînayê, bi droneyên bombebarkirî êrîş li ser hêzên me hate kirin.
– 9'ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metînayê, Qadên Berxwedanê Girê Amediyê û Girê Bahar û Çemçoyê çeperên me yên berxwedanê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 9'ê Adarê li Qada Girê Ortê ya Metîna û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 37 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
10’ê Adara 2023
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê