HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku di şer de tawanbar e, li dijî hêzên me yên ku cihê xwe diparêzin, bê navber didome. Di encama çalakiyên hêzên me yên li ser esasê xweparastinê de 1 leşker hate cezakirin, 1 dron û 1 pergala kameraya mobesse hatin rûxandin.

Agahiyên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne;

1. Li herêma Zapê;

– Di 18’ê Adarê saet 17.00’an de dagirkeran êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bersiv dan û 1 dagirker hate cezakirin.

– 19’ê Adarê saet 19:00’an artêşa Tirk a dagirker li derdora çeperên berxwedanê yên Sîda sîstema kameraya mobesse danîne. Hêzên me yên ku li ser esasê parastina cewherî bersiv dan dagirkeran, 1 pergala kameraya mobesse hate rûxandin.

 2. Li herêma Metîna;

18’ê Adarê saet 18:00’an artêşa TC’ê ya dagirker ji bo tespîtkirina pozîsyona hêzên me yên li herêma Berxwedana Serdemê ya Girê, balafirên keşfê yên bê mirov şandin herêmê. Hêzên me yên ku neçar man xwe biparêzin, 1 dron kirin hedef û rûxandin.

3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– Di 18 û 19’ê Adarê de li Qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîda 26 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

 

20’ê Adara 2023

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê