Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên hêzên me de;
1 drone hat rûxandin û leşkerek jî birîndar bû.
Li aliyê din Artêşa Tirk a dagirker li Qadên Berxwedanê; 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî, 15 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi tank, çekên giran û obusan bombe kiriye. Her wiha dagirkeran li ber çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara madeyên plastîk şewitandin û berê dûya jehrî dan çeperên şer.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;
– Di 18’ê Tebaxê saet 07:30’an de li dijî dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Aryen ên li Qada Berxwedanê ya Saca ve bi pêş ve biçin, bi çekên ferdî û bombeyên çalakî hate lidarxistin. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.
– Di 18’ê Tebaxê saet 17:15’an de droneya keşfê ya ku li ser Qada Berxwedanê ya Çemço geriyabû ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hate xistin û îmha kirin.
– Di 18’ê Tebaxê saet 17:30’an de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên giran li dagirkeran hatiye xistin.
– 18'ê Tebaxê saet di 20:30'î de dagirkeran xwestin bi helîkopterên êrîşê bombeyan li Qada Berxwedanê ya Çemço bibarînin. Bi destwerdana tîmên me yên bi tevger de helîkopterên êrîşê neçar man ji qadê vekişin.
– 19'ê Tebaxê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Çemço bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek birîndar bû.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– 18'ê Tebaxê saet di 18:15'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku berê xwe dan çeperên şer, bi sabotajê çalakî hate lidarxistin.
3. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî;
– 18'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara çeperên şer 4 caran bi bombeyên taktîk nukleer û çekên kîmyewî hatin bombekirin.
– 18'ê Tebaxê dagirkeran li pêşiya çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker madeyên plastîk şewitandin û gaza bi jehr berdan nava çeperên şer.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, tank, çekên giran, helîkopter û balafirên şer;
– 18'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Çemço drone geriyan.
– 18'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Amediyê û Girê Cûdî 15 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.
– 18'ê Tebaxê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Hakkarî û Şikefta Birîndara bi tank, çekên giran û obusan bi dehan caran hatin bombekirin.
19 ê Tebax a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê