HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de;

 

– Di 5’ê Hezîranê de saet di 09.20’an de li Girê Sîser ê qada Geliyê Pisaxa ya Heftanînê 2 caran bi sabotajê li dagirkeran hatiye xistin. Berê wesayîtek bûye hedef û piştre jî kontrayê bi navê Şahîn ê di wesayîtê de hatiye cezakirin. Piştre dîsa wesayîteke ku kontra tê bû bûye hedef û hin kontrayên din jî birîndar bûne.

– Di 5’ê Hezîranê de saet di 19.30’an de hêzên me li Girê Koordîne ya Metînayê xwe bera nav dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de çepera ku 3 dagirker tê de bûn, bûye hedefa hêzên me. Li vir 3 dagirker hatine cezakirin û çeper jî hatiye îmhakirin. Piştre li çepereke din hatiye xistin. Piştî çalakiyê dagirkeran saet di 21.00’an de miriyên xwe bi helîkopteran ji qadê derxistine.

– Di 6’ê Hezîranê de saet di 08.45’an de li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya Metînayê li dagirkeran hatiye xistin. Di vê çalakiyê de li çepera dagirkeran hatiye xistin û hejmara dagirkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

2 Dewleta Tirk a dagirker bi hawan, helîkopter û balefirên şer Herêmên Parastinê yên Medyayê û derdora gundên li Başûrê Kurdistanê bomberdûman dike.

Agahiyên berfireh wiha ne;

– Di 5’ê Hezîranê de saet di 15.50’an de balefirên şer Girê Çarçel û Qada Zendûra ya Metînayê bomberdûman kiriye.

– Di 5’ê Hezîranê de saet di navbera 16.00 û 17.00’an de bi obus û hawanên ji qereqolên li ser sînor hatine avêtin bejahiya gundên Gola û Hirorê yê Kanî Masî ya Amêdiyê hatiye bomberdûmankirin. Di van bomberdûmanan de xisar gihiştiye bax û baxçeyên gundiyan û agir bi qadê ketiye. Ev şewat hê jî didome.

– Di 5’ê Hezîranê de saet di 08.40’an de qada Werxelê ya Avaşînê 3 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

– Di 5’ê Hezîranê de saet di 14.40’an de Qada Girê Sor a Avaşînê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

– Di 5’ê Hezîranê de saet di navbera 23.30 û 00.50’an de helîkopter li ser qadên Mam Reşo, Mervanos û Şûkê ya Avaşînê geriyaye.

– Di 5’ê Hezîranê de saet di navbera 23.30 û 00.00’n a de helîkopterên şer Qela Bêdewê ya Zapê bomberdûman kirine.

– Di 5’ê Hezîranê de saet di 09.30’an de qada Cîloya Biçûk a li Zapê 3 caran bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.

3. Di 5’ê Hezîranê de di destê sibehê de hêzên leşkerî yên PDKê bêyî agahî û bi tarzeke operasyonel xwestine li Metînayê biçin herêma gerîlayan. Ev teqez tiştekî şaş e û xizmeta berjewendiyên neteweyî nake. Rast e ku hêzên me yên li wir ji bo hişyariyê hin fîşek teqandine. Lê ev tişt teqez e ku çeka ku bûye sedema îmhakirina wê wesayîtê ji aliyê hêzên me nehatiye bikaranîn. Ji ber vê jî bi îxtîmaleke mezin ji hewayî û bi fuzeyê ve li vê wesayîtê hatiye xistin. Meseleya teqîna di vê wesayîtê de divê were lêkolîn. Em HPG diyar dikin divê heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe vê bûyerê lêkolîn û zelal bike.

6’ê Pûşpera 2021

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê