Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên tîmên tevgerî yên gerîla de ku bi ruhekî milîtani yê Apoyî diçin ser dagirkeran
û taktîkên gerîla di nava hev de û bi bandor kartîne de 11 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker hatin birîndar kirin, 1 çeper hate tunekirin, 1 çeper û 2 helîkopterên Skorsky jî hatin derbkirin.
Agahiyên çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;
1. Li Herêma Avaşîn;
– Di 28 û 29 ê Avrêlê de li herêma Şûkê ya girêdayî Avaşînê hêzên me bi çalakiyek bi koordine ya gerîla li helîkopterên artêşa Tirk xistin. Di encama lêdana bi bandor ya hêzên me de 2 helîkopterên Skorsky hatin derbkirin. Dîsa 27 û 30 ê Avrêlê dema dagirkeran xwestin bi helîkopteran qadê bombebaran bikin, hêzên me dest li wan helîkopteran werdane û ev helikopter neçar mane ji qadê dûr bikevin.
– Di 7 ê Gulanê saet 12:00 an de 2 çeperên dagirkerên ku li derdora çeperên şer yê Qadên Berxwedanê yê Werxelê de xwe bicîhkirine ji aliye hêzên me ve hatin hedefgiritin. Di encama bibandor ya hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, 1 çeper hate tunekirin, 1 çeper jî hate derbkirin.
2. Li Herêma Zapê;
– Di 6 ê Gulanê saet 12:30 an de dagirkerên ku li derdora çeperên şer yên herêma Kevirêkun ya girêdayî Qadên Berxwedanê yê Şikefta Birîndara ji aliye hêzên YJA Star ve bi taktîka sekvaniyê hatin hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.
– Di 7 ê Gulanê saet 08:40 an de dagirkerên ku li derdora çeperên şer yên herêma Kevirêkun ya girêdayî Qadên Berxwedanê yê Şikefta Birîndara piştî ku demekê di bin denetîma hêzên me de ma ji 2 baskan ve hatin hedefgirtin. Baskê yekemin ya çalakiyê bi taktîka ketina nav de bi bombeyên destan û bi çekên ferdî li dagirkeran xistin. Li vir 3 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn yê çalakiyê jî dagirkerên ku di tevgerê de bûn hedef girtin û liv ir jî 1 dagirker hate birîndarkirin. Heman rojê di saet 11:30 an de dîsa dagirker hatin hedef girtin û encam de 1 dagirker hate cezakirin.
Di encama çalakiya tîmen me yên tevgerî yên gerilla de ku taktîkên ketina nav, serdegirtin û sekvanî din ava hev de û bi awayekî bi bandor pêkaniye de 4 dagirker hatin cezakirin, 1 dagirker jî hate birîndar kirin.
– Di 7’ê Gulanê saet 16:00’an de li dagirkerên ku li derdora çeperên şer ên Girê Ortê yên girêdayî Qadên Berxwedanê ya Karker, ji aliyê hêzên me ve bi çalakiyeke kordînekirî ya gerîla hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hat cezakirin û 1 jî birîndar bû.
– Di 7’ê Gulanê saet 22:00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên derdora çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şahîn de ne xistin. Di vê çalakiyê de hedefên ku hatibûn hilbijartin bi awayekî serkeftî hatin lêdan.
3. Li Herêma Xakurkê;
– Di 7 ê Gulanê saet 18:20 an de dagirkerên ku li Girê Şehîd Axîn de xwe bicîhkirine ji aliye hêzên me ve bi çekên giran hatin hedef girtin. Di encama lêdana bibandor ya hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin.
4. Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medya 12 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obusan bombebaran kirin. Agahiyên êrîşan wiha nin:
– Di navbera 6 û 7 ê Gulanê de derdora gundên Hirorê, Dêşişê û Êdinê yên girêdayî herêma Girê Ortê ya Metîna bi çekên giran û obusên ku ji qereqolên ser sînor ve tên avêtin ve hatin bombebarandin. 7 ê Gulanê de derdora Girê Ortê bi balafirên şer 2 caran hate bombebarandin.
– Di 7 ê Gulanê saet 19:10 an de Girê Cûdî yê girêdayî Zap’e 3 caran bi balafirên şer hatin bombebarandin.
– Di 7 ê Gulanê saet 13:30 an de herêma Ava Lolanê ya girêdayî Xakurkê bi balafirên şer hate bombebarandin.
– Di 7 ê Gulanê herêma Çemço ya girêdayî Zapê bi çekên giran û obusên ku ji qereqolên ser sînor ve tên avêtin ve hatin bombebarandin. 8 ê Gulanê jî herêmên Karker û Saca bi baalfirên şer 5 caran hatin bombebarandin.
– Di 8 ê Gulanê saet 06:45 an de herêma Girê Zengil ya girêdayî Garê bi balafirên şer hate bombebarandin.
8 ê Gulan a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê