Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên hêzên me de; 12 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin û derb li wesayîtek leşkerî hate xistin.
Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Berxwedanê; 4 caran bi çekên kîmyewî, 22 caran bi balafirên şer, 47 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kir.
Agahiyên berfireh yên li ser çalakî û êrîşên dijmin wiha nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li hêrêma Xakûrkê:
– 10’ ê Kanûnê saet di 14:50’an li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
2. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî:
– 10’ê Kanûnê di navbera saet 16:30 û 17:30’an de çeperên şer ên hêrêma Çemço ya bajarokê Şêladizê ya navçeya Amêdiyê 4 car bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.
3. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker;
– 10’ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî û Girê Bihar û qada Girê Ortê ya Metînayê 15 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 10'ê Kanûnê Qadên Berxwedanê ya Girê Amediyê, Girê Cûdî û Girê FM 34 caran bi helîkopterên şer hatin bombekirin.
– 10’ê Kanûnê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Amediyê, Girê Bihar û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.
11 ê Kanûn a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê