HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Li hemberî tevgera dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger ya li dijî herêmên Avaşîn û Zapê li dar dixe hêzên me bi tîmên profesyonel ên tevgerî yên gerilla bênavber çalakiyên xwe didomînin.

Tîmên gerîla ku 24 saet din ava tevgerê de ye bi çalakiyên xwe yên afrîner derbên giran li artêşa Tirk dixin. Di encama van çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin, 2 Skorsky hatin derbkirin û pergaleke kameraya mobesse hate tunekirin.

Detayên çalakiyên ku tîmên tevgerî yên gerila di çerçoveya Pêngava Şoreşgeri ya Bazên Zagrosê de lidarxistine wiha nin:

1. Li Herêma Avaşîn:

– 19 Avrêlê di saet 16:00 an de dema dagirkeran xwestin li derdora Qadên Berxwedanê yên Werxelê bicîhbibin, ji aliye hêzên me ve bi çeka sekvaniyê hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.

– 21 Avrêlê di navbera saetên 09:25 – 13:30 an de dema dagirkeran xwestin ber bi Qadên Berxwedanê yên Werxelê ve biçin, 3 caran bi taktîka sabotajê ji aliye hêzên me ve hatin lêdan. Di encama van çalakiyan de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin

2. Li Herêma Zapê:

– Di 20 û 21 ê Avrêlê de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan êrîşî Qadên Berxwedanê yên Kunîşka kirin. Li vê qada berxwedanê de di navbera hêzên me û dagirkeran pevçûnên dijwar berdewam dike.

– 21 Avrêlê di saet 10:30 an de dema dagirkeran xwestin ber bi Qadên Berxwedanê yê Kurojahro re biçin ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî û bombeyên destan hatin lêdan. Piştî destwerdana hêzên me dagirker neçar man gavekê paş de biçin. Heman rojê di navbera saetên 11:00 – 15: 00 an de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan êrîşî çeperên şer yên Qadên Berxwedanê yê Kurojahro kirin. Her wiha pergaleke kamerayên mobesse ku dagirkeran ku dixwestin li Girê Şehîd Şemdîn bicîhbikin bû hedefa hêzên me û hate tunekirin. Di heman saetan de hêzên YJA Star bi taktîka sabotajê bi awayekî bandor li dagirkeran xistin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

– 18 ê Avrêlê di navbera saetên 15:00 – 16: 00 an de dagirkeran bi gazên jehrî û teqemeniyan êrîşî çeperên şer yên Girê Ortê kirin.

– Di şeva 21 ê Avrêlê de dema dagirkeran xwestin bi helîkopteran leşkeran daynin Qadên Berxwedanê yê Şikefta Birîndara ji aliye hêzên me ve bi awayekî bandor hate lêdan. Di encama destwerdana bibandor ya hêzên me de 1 Skorsky derb xwar û ev helîkopterê bê ku leşkeran daynin ji qadê dûr ket.

– 21 ê Avrêlê di saet 21:30 an de artêşa Tirk piştî ku bi helîkopterên êrîşê bi awayekî dijwar li Girê Cudî û Girê Şehîd Kendal xistin, xwestin bi helîkopterên Skorsky li Girê Rûbar leşkeran daynin. Di encama lêdana bibandor ya hêzên me de 1 helîkoptera Skorsky derb xwar, helîkopterên din ên dagirkeran jî neçar man ji qadê dûr bikevin.

– 22 ê Avrêlê di saet 04:20 an de dema dagirkeran xwestin xwe li Qadên Berxwedanê yê Girê Ortê de bicîhbikin ji aliyê hêzên me ve hatin lêdan û encam de 1 dagirker hate cezakirin.

– 22 ê Avrêlê di saet 05:35 an de dema dagirkeran xwestin ber bi Girê Şehîd Rustem a Qadên Berxwedanê yê Karker ve werin ji aliyê hêzên me ve bi çekên sekvaniyê hatin lêdan û encam de 1 dagirker hate cezakirin. Di saet 05:50 an de ev dagirkerana careke din hatin hedefgirtin û di mesafeyeke nêz de hatin lêdan. Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin. Bi giştî ev çalakiyên ku ji aliye tîmên tevgeri yên profesyonel ên gerila ve hatine lidarxistin de 6 dagirker hatin cezakirin.

3. 21 ê Avrêlê artêşa dagirker a Tirk bi balafirên şer li Girê Hekari ya girêdayî Metîna û Gire Çemrobotki ya girêdayî Garê bombebaran kirin.

– Di navbera rojên 21 û 22 ê Avrêlê de Qadên Berxwedanê yên li Zap û Avaşînê bi obusên ku ji qereqolên ser sînor ve tên avêtin, helîkopterên êrîşê û balafirên şer ve bi awayekî dijwar tê bombebarandin.

22 ê Avrêl a 2022

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê