Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Metînayê;
— 4’ê Gulanê di saetên siharê de hêzên me dagirkerên li Kanî Botkê ya li Qada Berxwedanê ya Golkayê, xistin bin kontrolê. Di saet 07.45’an de ji navbereke nêzîk bi çalakiya gerîla ya koordîneyî bi bombeyên dest, çekên ferdî û çekên nîv otomatîk li dagirkerên di bin kontrolê de hate xistin. Di vê çalakiyê de 15 dagirker hatin cezakirin, 5 kon û 2 çeper hatin îmhakirin.
2. Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;
— 2,3 û 4’ê Gulanê qada Girê Reşîd, Girê Zengil û Deşta Kafya ya herêma Garê 6 caran, qada Serê Metîna û Dergelê ya herêma Metînayê 3 caran û herêma Ava Lolanê ya herêma Xakurkê carekê, bi giştî; 10 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
— 1 û 3’yê Gulanê Qadên Berxwedanê ya Şêlazê û Golka yên Metînayê û Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a Zapê, bi helîkopterên êrîşê û çekên giran hatin bombebarankirin.
4ê Gulana 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê