Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di encama çalakiyên hêzên me de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker; 5 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kir.
Agahiyên berfireh yên li ser çalakî û êrîşên dijmin wiha nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê
– 14’ê Kanûnê saet 10:00, 15:00 û 19:00’an de li qada Çemçoyê ya girêdayî Şêladize ya navçeya Amediyê tîmên me yên gerok 2 caran bi çekên giran û carekê jî bi taktîkên sabotajê li dagirkeran dan, herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;
– 14’ê Kanûnê saet 11:40’an de, li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên gerok ên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dane.
– 14’ê Kanûnê saet 13:15’an de Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahan tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dane.
3. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;
– Di 14’ê Kanûnê de qada Golka ya Metîna û Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– Di 14’ê Kanûnê de Qadên Berxwedanê yên Çemço û Sîdayê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.
15 ê Kanûn a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê