HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Herêma Metîna;

23'ê Hezîranê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyekê, kamerayeke mobesse û radareke dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin radarek, kamerayeke mobesse û çeperek hatin îmhakirin, derb li kepçeyekê hate xistin.

2. Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

23'ê Hezîranê saet di 11:20 û 14:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê du dronên bombebarkirî yên bi ser tunelên şer ve hatin şandin, hatin îmhakirin.

21'ê Hezîranê saet di 05:45'an li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Hêzên me yên YJA Starê di heman demê de teqemeniyên dagirkeran îmha kirin.

21'ê Hezîranê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê.

22'ê Hezîranê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

23'ê Hezîranê saet di 15:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

22'ê Hezîranê saet di 13:13'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin ku ketin nava liv û tevgerê. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

23'ê Hezîranê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

23'ê Hezîranê saet di 13:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

3. Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

21 û 23'ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

23'ê Hezîranê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

22 û 23'ê Hezîranê li herêma Xakurkê qadên Kolît, Şehîd Şerîf, Neqeba Berbizinê 5 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Dergelê, Bêşîlî 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 8 caran, li herêma Garê qadên Girê Zengilê û Xêrê 2 caran; bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

23'ê Hezîranê herêma Metînayê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

24ê Hezîranê 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê