HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

1. Di 19'ê Hezîranê de di navbera saetên 04.00-20.00'an de li navçeya Gevera Colemergê di derbarê şahadeta gerîlayên me de hejmara 15 hatibû dayîn. Li gor agahiyên dawî me zelal kir ku şahadeta rêhevalên me 14 ne. Pevçûnên di 19'ê Hezîranê de destpêkirine hîn jî li çiyayên Cîlo û Çarçelayan cîh bi cîh berdewam dikin.

2. Di 19'ê Hezîranê de di saet 21.00'an de li navenda Colemergê li dijî Lojmanên Polîsan, Fermandariya Tumenê û nuqteya polîsan a li ser riya Gever-Şemzînanê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke hemwext hate lidarxistin. Di encama çalakiyên hate lidarxistin de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.

3. Di 20'ê Hezîranê de di navbera saetên 15.00-16.00'an de li navçeya Gevera Colmergê li herêma Oremarê li dijî Girê Şehîd Rehîme ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Li dijî heman herêmên hemwext bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

4. Di 20'ê Hezîranê de di navbera saet 11.00-12.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Amediyê li dijî herêmên Dahleşîno, Girê Cûdî û Gundê Derginê yên bi ser Metîna yê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de gelek zeviyên çandî yên gundiyan jî di navbe şewata li herêmê destpêkiriye hÎn jî berdewam dike.

5. Di 20'ê Hezîranê de di navbera saet 15.00-18.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Çelêya Colemergê li dijî Ertûş, Cîloyên biçûk, Garêyên Biçûk û Mezin û Geliyê Ava Zapê yên bi ser Zapêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.

6. Di 20'ê Hezîranê de ji saet 15.00 heta 21'ê Hezîranê danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Çelêya Colmergê li dijî Ertûş û Cîloyê biçûk ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

21 Haziran 2012

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê