HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di 12’ê Kanûnê de hêzên gerîlayên me li Oremarê çalakiyek sûîqestê li dar xistin. Di ve çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Lı Oremarê Çalakıya Sûîqestê

Di 12’ê Kanûnê de saet 15.00-15.30’an li hember leşkerên ku li nav girên Şehîd Zerdeşt û Şehîd Rahîme yên li xeta sînorê qada Oremarê ya navçeya Gever  a Colemêrgê, hêzên gerîlayên me çalakiyek sûîqestê li dar xistin û di encam de leşkerek hat kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC, herêmên derdora xwe da ber çekên giran.
Di  12’ê Kanûnê de saet 15.00-16.00’an komek cerdevan bi armanca keşfê hatin qada Şehîd Gafûr û di encama gulebarana gerîlayên  me de ji qadê vekişiyan.

Me dabû xuyakirin ku di encama şerê 9’ê Kanûnê de yê di navbera hêzên me û artêşa TC de li qada gundê Xirbê Sor ê girêdayî Nisêbînê de 3 hevalên me şehîd ketine û me yê agahiyên sicîlê yê hevalekî xwe piştre ragihanda. Agahiyên sicîlê yê hevalê Firat Nisêbîn ê ku agahî hatin zelalkirin wiha ne:

kurtay mustafa_small

 

 

 

Nasnav: Firat(Kûrtay) Nisêbîn
Nav-Paşnav: Mûstafa Ozmen
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik- Bav: Şaha - Ûbeydûllah
Dîrok û Cihê Şehadetê: 9’ê Kanûnê 2015 / Mêrdîn

 

 

 

13 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG