ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 15'ê Kanûnê de saet di 15:00 de, li herêma di navbera gundên Keya û Karavan ên Amed û Farqînê de, hêzên gerîlayên me li dijî konvoyeke ji maşînên zirxî çalakiyeke sabotajê pêk anîn . Di ve çalakiya ku di encama şopandinê de hat lidarxistin de, maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep bi temamî îmha bû; maşîneke bi tîpa 'dag geyîgî' ya zirxî jî derb xwar. Di encama ve çalakiyê de, midûrê şaxê tevgera taybet Ahmet Kabûkçû yê ku ji Enqereyê ji Amedê re hat şandin jî di nav de bi giştî 6 polîsên tevgera taybet hatin kuştin. Ev çalakî, weke bersivek li hemberî komkujiyên artêşa TC li bajarên Bakurê Kurdistanê dike, hat lidarxistin.
Êrîşên Bı Hawan Û Obusan Dewam Dıkın
Ji saet 21:00 ê 15'ê Kanûnê de heta saet 05:00 ê 16'ê Kanûnê qereqola Oremar a li navçeya Colemêrg Geverê, bi obus û hawanan qada Şehîd Rahîme ya li herêma Avaşînê bombe kir.
Di 16'ê Kanûnê (îro) de saet di navbera 10:30-11:00 de qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê , obus û hawan avêt Dola Şifreza.
Di 15'ê Kanûnê de saet di navbera 16:30-17:00 de qereqola Êrîşê obus û hawan avêt girê Xeregol'ê.
Di 15'ê Kanûnê de saet di navbera 05:00-06:00 de qereqola Tepê sor a li herêma Metîna, bi obus û hawanan girên Şehîd Mazlûm û Şehîd Şoreş bombe kir.
Lı Qadên Gerîlayên Me Tevgera Hewayî
Di navbera 15-16'ê Kanûnê de saet navbera 18:30-03:00 de li Heftanîn'ê, heman rojan saet di navbear 21:30-04:30 de li qada Garê, di 15'ê Kanûnê de saet di navbera 17:00-22:30 de li herêma Metîna bi pêgerên hewayî yên bê mirov re keşf hat kirin. Her wiha saet di navbera 14:30-15:30 de balafirên şer li ser herêma Zap'ê geriyan.
Di 16'ê Kanûnê (îro), de saet di navbera 11:30-12:00 de li derdora Alaya Bilican a li Çelê û qereqola Êrîşê helîkopterên Kobra û Skorsky geriyan.
16 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG