HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di çalakiya sabotajê ya li Mêrdînê de 3 tîmên taybet bi giranî birîndar bûn.

Di 16’ê Kanûnê de saet 15.45’an li ser rêya di navbera Mêrdîn û navçeya wê Şemrexê de dema derbasbûna wesayîta zirxî ya Akrep de hêzên gerîlayên me çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di ve çalakiyê de wesayîta zirxî hat derbkirin; li gor agahiyên hat bidestxistin jî 3 tîmên taybet bi giranî birîndar bûn. Ev çalakiya ji bo bîranîna 3 hevalên me yên di encama operasyona li Mêrdînê şehîd ketibûn pêk hatiye.

Lı Dıjî Herêmên Me Yên Parastınê Yên Medyayê Bomberdûman

Di 17-18’ê Kanûnê de saet 19.00-05.00’an li ser herêma Garê, saet 19.00-10.00’an li ser herêma Zapê, di 17’ê Kanûnê de saet 15.30-20.00’an û 18’ê Kanûnê de saet 02.00-04.00’an li ser herêma Metîna û li ser xeta sînor pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha, di 17’ê Kanûnê de saet 21.30-00.00’an li ser herêma Metîna, saet 10.30-21.30’an li ser herêma Zapê, bi awayekî bi navber tevgera balafirên şer hêbû.

18 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG