HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Balafirên şer ên Tirk mintiqaya Geliyê Pîsaxa ya li herême me yên parastina yên medyayê ya girêdayî  herema Heftanînê û qada Gundê Qumrê ya girêdayî  herema Metînayê bomberdûman kirin.

Di 21’ê Kanûnê de saet 01.00-02.00’an balafirên şer ên Tirk mintiqaya Geliyê Pîsaxa ya li herêma ma Heftanînê û saet 01.00-03.00’an qada Gundê Qumrê ya girêdayî Herêma me  Metînayê bomberdûman kirin.

Di 20’ê Kanûnê de saet 08.00-08.30’an qereqola Êrîş a li xeta sînorê herêma Zapê ya Herêmên  Parastinê yên Medyayê; girê Xeregolê, saet 12.00-19.00’an qereqolên Êrîş, Serê Sevê û Girê; qûntarê girê Cehennem, qûntarê Çiyayê Reş, Sirtê Kovî, bejahiya gundê Bêtkar û Latê Kewan, di 21’ê Kanûnê (îro) de saet 06.00-06.30’an qereqola Êrîş; qûntarê Xeregol, qûntarê girê Cehennem, bejahiya gundê Zêvê û Şelale bi obus, tank û hawanan bomberdûman kir.

Di 20’ê Kanûnê de saet 10.00-14.00’an qereqola Arûş a li xeta sînorê herêma me Metîna; qada Şehîd Dîlber da ber obus û hawanan.

Ev deh rojên dawiyê, qereqola Millê Gurya ya li qada Cûdî ya Şirnexê; qadên Hesena, Şah, Girê Çolya û Girê Hermo bi obus, hawan û tankan bomberdûman dike.

Tevgera Hewayî

Di 20’ê Kanûnê de saet di navbera 12.00’an û 21’ê Kanûnê 04.00’an de li ser herêma  me Metîna, di 21’ê Kanûnê de saet 01.00-05.00’an li ser herêma me Garê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha  di 20-21’ê Kanûnê de saet 11.00-05.00’an li ser herêma me  Metîna, saet 19.00-03.00’an li ser herêma  me Zapê bi navber, balafirên şer geriyan.

Ev 10 rojên dawî li ser qada Cûdî ya Şirnexê pêgerên hewayî yên keşfê digerin.

Komek cerdevanan a ji 7-8 kesan pêk tên ên ji gundê Qermînê ya girêdayî navçeya Midyadê ya Mêrdînê, di bin navê neçîrvantiyê de li qadên Kirşê, Dirpû û Banînmînê yên di navbera navçeyên Nisêbînê û Hezexê de faaliyetên keşfê dikin.

21Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG