HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

ji çapemenî û raya giştî re!

Di roja 23'ê Kanûnê de saet di 10:00 de hêzên gerîla yên me li hemberî  tabûra Findikê ya ser bi navçeya Şirnex Basanê, çalakiyek li dar xistin . Di ve çalakiya li hemberî leşkerên li ber maşîneke li ber qereqolê civiya bûn hatiye pêk anîn û di encamê de 4 leşker hatin kuştin. Ev çalakî li hemberî êrîşên li dijî gel hatiye kirin.

Di 18'ê Kanûnê de saet di 19:00 de li ser pira Tahiro ya li taxa Dunaysir a li navenda navçeya Mêrdîn Qoserê, di dema derbasbûna maşînên  zirxî de hêzên me yên gerîla çalkiya kemînê pêk anîn. Di encama vê çalakiya bi derbên bi bandor de, wesayîta zirxî  ya bi tîpa Ûral û maşîna TOMA hatin îmhakirin; li gorî agahiyên hatin bidestxistin, 3 polîs hatin kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna 3 hevrêyên me yên di operasyona li Mêrdînê de şehîd ketin, hatiye lidarxistin.

Êvara 23'ê Kanûnê de, li nêzî sîteya pîşeyî ya li ser Rêya Îpekê ya li aliyê derketina ji navçeya Mêrdîn Qoserê, agahî hat wergirtin ku ber bi Cizîr û Nisêbînê ve wê maşînên zirxî werin veguhastin. Li ser vê yekê, li hemberî vê konvoyê çalakî hat lidarxistin û di encamê de derb li maşînan hatin xistin. Dema agahiyên li ser encamên vê çalakiyê bi dest ketin, wê bi raya giştî re werin parvekirin.

Bomberdûman Û Tevgera Hewayî

Di roja 23'ê Kanûnê de saet di navbera 08:00-18:00 de qereqolên Êrîş û Tepê Ortê yên li herêma Zapê; qada Latê Kewa, saet di navbera 21:00-22:00 de qereqola Serê Sevê; girê Cehennemê, di roja 24'ê Kanûnê de saet di navbera 07:00-08:00 de qereqola Bilicanê; girên Şehîd Colemêrg, Şehîd Karwan, Guvenlîk Tepesî, Garê ya Biçûk û Devê Masî bi obus, hawan û tankan bombe kirin. 

Di roja 23'ê Kanûnê de saet di navbera 08:00-18:0 de li herêma Heftanînê, saet di navbera 19:00 û 14:00 ê 24'ê Kanûnê de li herêma  Zapê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin. Her wiha di roja 23'ê Kanûnê de saet di navbera 17:00-17:30 û di roja 24'ê Kanûnê de saet di navbera 01:00-02:00 de li herêma Zapê balafirên şer geriyan.

24 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG