ji çapemenî û raya giştî re!
Li gundê Mêranê yê navçeya Mêrdîn Kerboranê, di navbera komeke gerîlayên me ya duh bi wezîfeya xwe radibû û leşkeran de şer derket. Di vî şerî de 3 gerîlayên me û sivîlekî li herêmê şehîd ketîn
Gırê Şehîd Gafû Hat Bombekırın
Di roja 26'ê Kanûnê de saet di navbera 11:00-12:00 de qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê bi tank, obus û hawanan girê Şehîd Gafûr bombe kiriye û tevgera balafirên keşfê ya li herêmê ji 25'ê Kanûnê û vir ve didome.
Lı Hemberî Qadên Gerîlayên Me Êrîşa Bı Obus Û Hawanan
Di 26'ê Kanûnê de saet ji 11:30 heta saet 23:00 ê êvarê, artêşa TC ji qereqolên Tepê Yekmal û tepê Sînek ên li herêma Heftanînê, obus û hawan avêt qada Bektorya.
Ji saet 11:30 heta saet 06:00 ê 26'ê Kanûnê, li ser Heftanînê balafirên keşfê tev geriyan.
Di 26'ê Kanûnê de saet di 23:00 heta danê vê sibehê saet 04:00, ji qereqola Tepê Sor a li herêma Metîna bi obusan girên Şehîd Mazlûm, Şehîd Şoreş û Hakkarî hatin bombekirin. Di roja 26'ê Kanûnê ji saet 19:00 û pê ve qereqolên Elemûn û Arûş, topên hawanê avêtin girê Şehîd Dilber ê li qada Derarê.
Di roja 26'ê Kanûnê de saet di 05:00 heta saet 15:00 li ser herêmê, pêgerên hewayî yên keşfê geriyan.
Di roja 26'ê Kanûnê ji saet 11:20 heta saet 14:00 ji qereqola Erîş a li herêma Zapê, bi obusan girê Xeregolê hat bombekirin. Bi şev saet di navbera 01:30-02:00 de li ser qereqola Marûka helîkopterên Skorsky firiyan.
Ji êvara 25'ê Kanûnê de saet 19:00 heta niha, tevgera balafirên keşfê dewam dike.
Di roja 26'ê Kanûnê de saet di navbera 12:00-13:30 de li ser herêma Xakurkê bi pêgerên hewayî yên bêmirov re keşif hat kirin.
Nasnameyên gerîlayên me yên şehîd wuha ne
Nasnav: Ferhat Amed
Nav-paşnav: Serhat Nazlier
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dê-bav: Asiye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Kanûna 2015 / Mêrdîn
Nasnav: Rêzan Bahoz
Nav-paşnav: Îrfan Erol
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navên dê-bav: Turkan-Faysal
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Kanûna 2015 / Mêrdîn
Nasnav: Kûrtay Amed
Nav-paşnav: Osman Karadenîz
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dê-bav: Rahîme-Veysî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Kanûna 2015 / Mêrdîn
27 Kanûn 2015
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG