HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Hêzên gerîlayên me li dijî qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê didomîne çalakiyek tolhildanê li dar xistin .

Ev êrîşên wehşî bê bersiv namîne, bi çalakiyan ve wê bersivên bi biryar bê dayîn.

Lı Herêma Botanê Çalakıyên Sabotajê

Di 21’ê Çileyê de saet 21.00’an li nêzî gundê Avka Masiya yê li ser rêya Şirnex-Cizîrê hêzên gerîlayên me li dijî wesayîta zirxî ya bi tîpa Kîrpî çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî bi temamî îmha bû; hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatin zelalkirin.

Di 22’ê Çileyê de saet 11.00’an helîkopterên Kobra; gundê Xirbikê yê li herêma Besta ya Şirnex'ê û gelê li mintiqaya Pîro kiriye hedef û lê daye. Di heman demê de li vê herêmê tevgera balafirên şer çêbû.

Artêşa Tırk Lı Bagokê Kemînan Datîne

Qereqola Tepê Boluk a li qada Bagok a Mêrdîn'ê ev hefteyek dawiyê li qadên Pirmê û Şemşikê yên girêdayî Nisêbînê kemînan datîne.

Lı Dıjî Qadên Gerîlayên Me Êrîşên Artêşa Tir Didomin

Di 22’ê Çileyê de saet 09.00-11.00’an qereqola Deştanê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê; derdora gundê Sêtkarê û ava Zapê yên li herêma Zap'ê ya ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê da ber obus û hewanan. Di heman demê de qereqola Girê; qadên derdora xwe dan ber çekên giran.

Di 22’ê Çileyê de saet 19.00-19.30’an  qereqola Elemûn a li xeta sînorê herêma Metîna ya ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê; qûntarê girê Zendûra bi hewanan bomberdûman kir.

Di 22’ê Çileyê de saet di navbera 22.00’an û 23’ê Çileyê (îro) 02.00’an de li ser herêma Avaşîn, saet di navbera 21’ê Çileya 08.00’an û 23’ê Çileyê 08.00’an de li ser herêma Heftanîn'ê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan. Her wiha di 22’ê Çileyê de saet 12.00-13.00’an li ser herêmên Xakûrkê û Avaşîn, saet 19.00-19.30’an li ser herêma Metîna, saet 12.30-15.00’an û 17.30-19.00’an li ser herêma Zap'ê tevgera balafirên şer çêbû.

23 Çile 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG