Ji çapemenî û raya giştî re!
Di dîroka têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, nirxên bingehîn ên mirovahiyê de di nava xwe de afirandiye û rastiyeke ji têkoşîneke bêhempa ya destanên lehengiyê diyarî gelan kiriye . Vê dîroka têkoşîna jiyana azad a bi rûmet, bi şehîddayîna bi hezaran milîtanên şoreşger ên leheng û şervanên pêşeng re, dîroka berxwedana mezin derxistiye holê. Her şehadet kûrahiya wateya vê dîroka berxwedanê û pêwîstiya bi dilsoziya pê re afirandiye. Biryardariya berxwedan û têkoşînê bi vê baweriyê re xurt bûye.
Hevrê Elî Xebat ê di nava vê dîroka têkoşînê ya bi heybet de cih girt, bi taybetî li eyaletên Zagrosê û Zapê bi fedekarî pêşengî ji kar re kir û weke fermandarekî xebat meşand, ji ber krîza dil tevlî karwanê şehîdan bû. Li eyaletên Zagros û Zapê ew bi durustî, dîsîplîn hevrêtî û karkeriya xwe re ji aliyê hêza gerîla ve dihat naskirin. Hevrêyekî me yê bijarte bû.
Nasnameya hevalême wuha ye:
Nasnav: Elî Xebat Mêrdîn
Nav paşnav: Mehdî Tûnç
Cihê ji dayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Şerîfe-Cûmhûr
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Çileya 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Li her qada lê mayî bi fedekarî xebitî. Şoreşgerekî welê bû ku ruh dida hevalên xwe û bi kesayetiya xwe ya dilnizm re di dilê hevalên xwe yên têkoşînê de cih girt. Di demên şerê giran de bi awayekî aktîf tevlî kar bû, bi fedekarî, sekin û biryardariya xwe re bû mînakek. Di parastin û motîvekirina hêzên gerîla de, her wiha di tevlîkirina bi awayekî fedaî li nava şoreşê de hevrê Elî Xebat xwedî kedeke mezin e.
Di pêvajoyeke bi vî rengî de şehadeta hevrêyê me Elî Xebat windahiyeke giran e û em hevrêyên wî gelekî pê êşiyan e. Bêguman dilsoziya hevrêyê me Elî Xbat bi Rêber Apo re, baweriya wî ya bi şoreşa Kurdistanê re û tevlîbûna wî li nava têkoşîna gerîla wê ji aliyê bi hezaran ciwanên Kurdistanê ve mînak were girtin û bi cih bê anîn.
Hevrêyê me fermandar Elî Xebat ê tevlî karwanê şehîdên nemir ên doza azadiyê ya mafdar bû, li her parçeyekî Kurdistanê yê ked daye, li çiyayên Zagrosan şopên fedekarî û kedê neqişandiye. Hevrêyê me Elî Xebat di şoreşa Kurdistanê de veguherî nîşaneya fedekariyeke mezin, daxwaz û vîna biryardariyê. Di têkoşîna azadiYê de bi gelek wezîfeyên girîng rabû. Di nava fermandariyên herêm û eyaletê de wezîfe girt û mîsyona pêşengiyê bi cih anî.
Di roja 27'ê Çileyê hevrêyê me Elî Xebat ji ber krîza dil gihîşt şehadetê. Vê yekê rêveberiya Tevgera Azadiyê û hemû hevalên wî yên têkoşînê gelekî êşandiye. Em ê meşvaniya wî ya biryardar a kesayetiya wî ya milîtan esas bigirin û soz didin ku em ê wezîfeyên wî radestî me kiriye bi rengî hêjayî wî bin bi cih bînin. Em ji malbat Tûnç a hêja re, di şexsê gelê Kurd ê bi lehengî û fedekarî ji bo azadiya xwe li ber xwe dide, ji tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.
31 Çile 2016
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel