Ji çapemenî û raya giştî re!
Êrîşên artêşa Tirk ên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Bi taybetî cih û warên sivîlan ên gerîlayên me lê nînin, hedef tên girtin .
Di roja 4'ê Sibatê li hemberî leşkerên Tirk ên li Çelê derketin operasyonê hêzên gerîlayên me çalakiyek pêk anîn.
Êrîşên Bı Balafırên Şer
Di roja 4'ê Sibatê (duh) de saet di navbera 09:30-11:00 de balafirên şer ên artêşa Tirk qada Çiyayê Spî ya li gundikê Mangeşke ya navçeya Duhok Zavite bombe kirin. li vê herêma ku bi ti awayî xebatên hêzên me lê nîne, ji ber êrîşê deh û rezên gelê herêmê zerar dîtin.
Di 3'ê Sibatê, balafirên şer saet di navbera 17:00-22:00 de bombe li geliyê Sinînê yê li herêma Xakurkê barandin.
Di 4'ê Sibatê de saet di navbera 19:30-20:00 de balafirên şer girê Şehîd Gafûr ê li ser sînorê Geverê ye û bi herêmên me yên parastinê yên Medyayê ve girêdayî ye, bombe kirin.
Di 4'ê Sibatê de saet di navbera 18:00-21:40 de gundê Atuşê û dora wê yê li herêma Garê, Deşta Kafya, Siyanê û geliyê Sîdarê yê Çemankê ji aliyê balafirên şer en artêşa tirk ve hatin bombekirin. Di bomberdûmanê de gelek dehl û rezên sivilan zerar dîtini
Di roja 4'ê Sibatê de saet di navbera 17:30-21:30 de girê Xeregol ê Zapê, Çiyayê Reş û ava Zê ji aliyê balafirên şer ên artêşa tirk ve hatin bombekirin.
Êrîşên Bı Hawan Û Obusan Dıdomın
Di 4'ê Sibatê de saet di navbera 22:40-23:00 de qereqolên li ser sînorê Şemzînanê ne, topên obusê avêtin der dora Şehîdgeha Şehîd Bêrîtan a li qada Xakurkê.
Di 4'ê Sibatê ji saet 12:00 heta saet 15:00 ji girê Sîvrî yê ser bi qereqola Bezelê ya li navçeya Şemzînanê artêşa Tirk bi tank, hawan, obus û çekên A-4 êrîşî quntarên Girê Sor kir. Heman rojê de saet di navbera 20:30-22:15 de heman herêm bi çekên giran hatiye bombekirin.
Di 4'ê Sibatê de saet di navbera 11:00-11:30 de ji qereqola Tepê Sor, bi tank û topên obusê girên Şehîd Colemêrg û gire Hakkarî yên herêma Metîna hatin bombekirin. Êvarê saet di navbera 23:00-23:30 de ji qereqola Tepê Sor, bi topên obusê quntarê Girê Şehîd Şoreş û Geliyê Tirvaniş hatin bombekirin.
Di 4'ê Sibatê de saet di navbera 20:40-21:00 de, her wiha saet di navbera 22:00-00:00 ê heman êvarê de ji qereqolên Serê Sêvê, Deştanê û Êrîş ên li Çelê; qada Çiyayê Reş û Girê Cehenemê bi obus û tankan hatin bombekirin. Saet di navbera 19:30-20:40 de qereqola Bilicanê, bi çekên A-4 gule li derdora xwe reşand. Heman rojê de saet di navbera 11:00-11:30 de jî qereqola Êrîşê bi çekên A-4 gule li derdora xwe reşand.
Tevgera Balafırên Şer Û Keşfê
Di 4'ê Sibatê balafirên keşfê saet di navbera 14:00-22:00 de li Xakurkê, saet di navbera 13:50-14:50 de li Heftanîn'ê, saet di navbera 11:20-13:55 de li herêma Garê, ji saet 15:00 heta saet 05:40 ê 5'ê Sibatê (îro) li Garê keşif kirin.
Di 4'ê Sibatê li Herêmên Parastinê yên Medyayê û xeta sînor balafirên şer geriyan. Ji danê sibehê û pê ve li ser Zap, Metîna, Heftanîn, Garê, Avaşîn û Xakurkê geriyan. Tevgera balafirên şer di sibeha 5'ê Sibatê de jî dewam kiriye.
Lı Colemêrgê Çalakıya Lı Dıjî Leşkerên Derketın Operasyonê
Di roja 4'ê Sibatê li hemberî leşkerên Tirk ên li navçeya Colemêrg Çelê derketin operasyonê hêzên gerîlayên me çalakiyek pêk anîn. Di 4'ê Sibatê de saet di 11:20 de komek ji leşkerên ji qereqola Bilican a li Çelê, ji qereqolê derket û ket nava tevgerê. Gerîlayên me yên bi vê hesiyan, bi çekên giran li wan dan. Di encama derba hêzên me de hatiye tespîtkirin ku leşkerek ji herêmê hatiye rakirin. Piştî çalakiyê qereqola Bilicanê topên obusê avêtiye girê Şehîd Colemêrg.
5 Sibat 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG