HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya gişti re!

Gerîlayên me HPG/YJA Starê li navçeya Amed Hênê, li dijî tîmên tevgera taybet çalakiyeke bersivdayînê lidar xistin. Di encama ve çalakiyê de, 3 endamên tîmên tevgera taybet hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Êvara 5'ê Sibatê, li hemberî girê Gaban ê di navbera navçeya Amed Hênê û bajarokê Cewze yê Hênê de hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Bi çekên ferdî derbên xurt li 6 konên tîmên tevgera taybet lê bûn hat xistin. Di vê çalakiyê de bi çav hatiye dîtin ku 3 tîmên taybet hatine kuştin, 8 jî birîndar bûn. Hejmara kuştî û birîndaran dibe ku zêdetir be. Piştî çalakiyê artêşa TC bi desteka maşînên zirxî, bi ambûlans û helîkopterên bi tîpa Skorsky mirî û birîndarên xwe rakir. Piştî çalakiyê tîmên tevgera taybet dest ji gir berdan û vekişiyan.

Ji saet 17:30 ê 6'ê Sibatê heta saet 06:00 ê 7'ê Sibatê (îro) bi balafirên bê mirov ên keşfê re li herêma Heftanîn’ê keşif hatiye kirin. Di 7'ê Sibatê de saet di navbera 00:00-00:30 de li Heftanîn’ê, di 6'ê Sibatê de saet di navbera 13:00-13:30 de li herêma Metîna balafirên şer geriyan.

7 Sibat 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG