Ji çapemenî û raya giştî re!
Çalakiya sabotajê ya ji aliyê hêzên gerîlayên me li navbera Amed-Çewlikê îro (18’ê Sibatê) hat lidarxistin ji bo bersivdayina êrîşên operasyon û qetlîamên li ser Cizîr, Sûr û Hezexê yên li ser gelê me hat lidarxistin. Ev çalakiya ji aliyê hêzên me ve hate lidarxistin, hişyariyek cîdî ye. Têkîldarî çalakiyê detay wê sibehê bi raya giştî re bê parvekirin.
Têkîldarî Encamên Bomberdûmanê Nûçeyên Tên Serwîskırın Bê Eleqe Ne
Her wiha artêşa Tirk êvara 17’ê Sibatê de saet di 20.30-23.00’an li ser herêma Heftanîn’ê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman pêk ani. Têkîldarî encamên vê bomberdûmanê de nûçeyên wek 70 windahiyên me hene û di nav de rêveber hene tên nîşandan. Ev nûçe ti têkîliyên xwe bi rastiyê re tinene. Di vê bomberdûmanê de ti windahiyên me ninene.
Di çalakiya li nêzî taxa Alîbardak a girêdayî navçeya navendî ya Sûrê ya 45 kîlometreyan dûrî rêya Amed-Çewlikê ye, li gor hejmarên fermî yên dewleta Tirk dane, 8 leşker hatine kuştin.
18 Sibat 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG