Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 18’ê Sibatê de yekîneyek gerîlayên me ji bo wezîfeyê derketibûn, li nêzîkî navçeya Pîran a Amedê rastî komeke leşkerên Tirk ê ji 15 kesan hatin û şerekî dem kurt pêk hat. Di şerê pêk hat de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 leşker jî hatin birîndarkirin.
.Artêşa TC bi 4 panzer û tanken xwe mudaxeleyî şer kir. Di vî şerî de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Di 17’ê Sibatê de balefirên şer ên Tirk di saetên şevê de herêma şehîd Ozgur a herêma Kûnîşka ya girêdayî herêma Zagros’ê bombardûman kirin.
Di 19’ê Sibatê de saet di navbera 10:00- 16:00’an de qereqola Deştanê ya li herêma sînorê Metîna ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê; derdora Bêdehê, Orê, û Helwê bi tankan û obusan bombardûman kir.
Di 19’ê Sibatê de saet di navbera 11:00- 12:00’an û 13:00 – 14:00’an qereqola Bîlîcan a navçeya Çelê ya Colemêrg’ê; derdora xwe û Girê Şehîd Newal a girêdayî herêma Zap’ê bi obus û hewanan bombardûman kir.
Di 19’ê Sibatê de saet di navbera 11:00-11:30’ an qereqola Zeydê ya dikeve sînorê herêma Avaşîn a girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê; newala Zeydê bi obus û hewanan bombardûman kir.
Di 19-20’ê Sibatê de saet di navbera 19:00-04:00’an de pêgerên hewayî yên keşfê li ser herêma Zap û Garê re gerîyan. Di 19’ê Sibatê jî saet di navbera 21:00-23:00’an de tevgera balefirên şer ên Tirk li ser herêma Zap’ê çêbûn.
20 Sibat 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG