Ji çapemenî û raya giştî re!
Balafirên şer ên artêşa Tirk di 14’ê Adarê de saet 11:40’an heta 13:30’an li ser Qendîlê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê geriyan.
Di 15’ê Adarê de saet 04:50-05:55’an qereqola Bîlîcan a artêşa TC a li ser sînorê navçeya Çelê ya Colemêrg’ê; Girê Şehîd Alîşêr bi katyûşan bombe kir. Dîsa saet 10:00-10:30’an Girê Sîvrî, li derdora çeperên xwe û herêma Girê Sor da ber çekên ferdî.
Di 14’ê Adarê de saet 09:20-21:40’an qereqola Arûş a li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnex’ê; Girê Kuro Şîno, dîsa saet 10:20-00:00’an de qereqola Elemûn; Girê Şehîd Dîlber bi navber da ber obus û hewanan.
Di 14’ê Adarê de saet 10:00-11:00’an komek leşker dema ku li girê Seyîdan a li ser sînorê navçeya Qilaban a Şirnex’ê kom bûn, ji aliyê hêzên gerîlayên me ve bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di ve çalakiyê de têkildarî kuştî û birîndarên dijmin ti agahî nehatin bidestxistin. Piştî çalakiyê qereqola Elemûn; derdora xwe û cihê çalakiyê bi tank, obûs û hewanan bomberdûman kir.
Di 14’ê Adarê de saet 14:00-16:00’an de qereqola Şkêr a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê; qada Çiyayê Reş a girêdayî herêma Zap’ê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus, hewan û tankan bomberdûman kir. Di 15’ê Adarê (îro) de saet 05:50-06:10’an Alaya Bîlîcan û qereqola Erîş a li ser sînorê Çelê; gundê Erbîş, Girê Xeregol û qûntarên wê, gundê Zerê, Şkefta Birîndaran, Garêya Biçûk, Girê Şehîd Newal, qûntar û herêma Dola Kinyanîş bi obus, hewan û tankan bomberdûman kirin.
15 Adar 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG