HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Li dijî êrîşên ku hêzên dagirker faşîst mehên zivistanê ji xwe re wek firsend dîtin û li Kurdistanê pêk anîn, bi hatine biharê ve hêzên gerîlayên me dikevin nav tevgerê û bi çalakiyên bi bandor ve bersivê didin

Lı Xapûşkê 12 Leşker Hatın Kuştın

Di 2’yê Gulanê de saet 17.30’an hêzên gerîlayên me li hember 2 girên ku artêşa TC xwe li zozanên Xapûşke ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê xwe bi cih kiribûn, çalakî li dar xistin. Gerîlayên me yên berê xwe dan gir, bi veşartî ketin gir, 3 çeperên li gir rûxandin. Baskê duyemîn jî berê xwe da 2 çeper û konên leşkeran û rûxandin. Di heman demê de gerîlayên me bi çekên giran gir kirin hedef û leşkerên li vir gir berdane û vekişiyane. Di encama çalakiyê de gerîlayên me ev gir xistin bin kontrolê. Di vê çalakiya berfireh de bi zelalî 12 leşker hatin kuştin.

Piştî çalakiyê artêşa TC bi helîkopterên Kobra, balafirên şer, obus û hewanan girên derdor bombe kir. Dema çalakiyê de jî helîkopterek Kobra bi çekên giran hat hedefgirtin. 3’yê Gulanê bi piştgiriya helîkopterên Kobra, bi 10 helîkopterên Skorsky ve kuşti û birîndarên xwe rakirin. Ev çalaki ji bo berxwedêrên li Geverê bi berxwedanê gihiştine şehadetê hat lidarxistin.

Gerîlayên Me Lı Hember Leşkerên Lı Derdora Gundê Aşûtê Çalakî Lı Dar Xıstın

Di 3’yê Gulanê di danê sibehê de artêşa TC xwe li hin girên li derdora gundê Aşûtê ya li sînorê navçeya Qileban a Şirnex’ê bi cih kirin. Hêzên gerîlayên me saet 10.30’an li hember van yekîneyan çalakiyek li dar xistin. Baskê yekem ê çalakiyê, 2 çeper kirin hedef û di çeperê de 3 leşker kuştine; di çepera 2’yemîn de jî leşkerek kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Baskê duyem ê çalakiyê jî bi çekên giran çeperek kirin hedef. Li vir 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Di çalakiyê de komek leşkerên ku hewl didan vekişin hatin hedefgirtin û li vir jî leşkerek hat kuştin.

Danê nîvro saet 14.30’an helîkopterên Skorsky 3 caran hewl dan kuşti û birîndarên xwe rakin, her hewldanên wan rastî lêdanên çekên giran hatin û vala hatin derxistin. Piştre artêşa TC bi piştgiriya helîkopterên Kobra ve bi helîkopterên Skorsky kuşti û birîndarên xwe rakirin.

Hêzên gerîlayên me saet 16.00’an ji 3 baskan ve bi çekên giran girekî leşkeran xwe tê de bi cih kiribûn kirin hedef. Artêşa TC saet 16.00-19.00’an bi helîkopterên Kobra ve ketober li qada çalakiyê da. Di heman demê de jî qereqolên li xeta sînor bi obus, hewan û tankan ve qada çalakiyê bombe kirin.

Ev çalakî ji bo bîranîna endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Hakî Amed û ji bo bîranîna hevalên pê re şehîd ketine hatiye lidarxistin.

Lı Şemzînanê Operasyon Dıdome

Artêşa TC li mintiqa Genîş Tepe yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê dest bi operasyonê kiribû, ev hê jî didome. Di 3’yê Gulanê de saet 20.00-20.30’an balafirên şer ên TC mintiqa Şehîd Havîn a li qada Şemzînan’ê bombe kirin.

Di 3’yê Gulanê de saet 16.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên artêşa TC a xwe li derdora Genîş Tepe bi cih kirine bi çekên giran çalakî li dar xistin, lê hejmara leşkerên kuşti û birîndar nehat zelalkirin.

Lı Çelê Operasyonê Destpê Kır

Di 2’yê Gulanê de artêşa TC li qada Şîfreza û Kanî Cinetê ya li sînorê navçeya Çelê ya Colemêrg’ê dest bi operasyonekê kiriye. Di 4’ê Gulanê saet 08.00’an hêzên gerîlayên me û leşkerên artêşa TC li qada li hev rast hatin û şer derket. Hêzên gerîlayên me li vir ji du baskan ve li leşkeran dan. Dîsa komek cuda ya leşkeran bi çekên giran hatin hedefgirtin. Danê êvarî jî artêşa TC qada çalakî da ber hewan, obus û tankan. Di şer û çalakiyên li vir hejmara leşkerên kuşti û birîndar nehatin zelalkirin.

Di 4’ê Gulanê de di danê êvarî saet 00.50’an li hember Qereqola Jendermeyan a li ser rêyên navçeyên Qoser û Dêrik ên Mêrdînê û navçeya Wêranşar a Rihayê digihêjin hev, hêzên gerîlayên me çalakiyek sabotajê ya berfireh li dar xistin. Di ve çalakiyê de 3 kuleyên nobedê bi temamî hatin rûxandin, nîzamiye û avahiya Qereqolê jî piranî texrîb bûn. Di vê çalakiya ku bi dehan ambûlansan kuşti û birîndar rakirin de li gor agahiyên hatin bidestxistin zêdetirî 20 leşkerî hatin kuştin , zêdetirî 40’î jî birîndar in.

Piştî çalakiyê, artêşa TC ji yekîneyên Qoser û Dêrikê jî teqwiye girtiye û dest bi operasyonê kiriye.

 Besta Hat Bombekırın

Di 3’yê Gulanê di danê êvarî de saet 22.40’an balafirên şer gundê Xirbikê, Bestê û girê Mewjikê yê girêdayî qada Besta ya Şirnex’ê bombe kirin. Di van êrîşan de bax û bexçeyên gundiyan zerar dîtin.

Ev 3 rojên dawî artêşa TC ji qereqolên Çelê Nimeja û Gundikê Melê bi navber li qada Bestayê dide.

Operasyona Lı Lıcê Vekışıya

Di 2’yê Gulanê de artêşa TC li qada Şehîd Serxwebûn a girêdayî navçeya Licê ya Amed’ê dest bi operasyonekê kiribû. Di vê operasyonê de balafirên şer û helîkopterên Kobra bi awayekî dijwar li qadê dan. Piştî bombekirinan, helîkopterên Skorsky leşker danîn qadê, operasyon di 3’yê Gulanê di danê nîvro de saet 12.00’an vekişiya.

Duh me dabû xuyakirin ku di çalakiya gerîlayên me li navçeya Pîran a Amedê li dar xistibûn de têkîliya me bi gerîlayekî me ve qut bûye. Bi gerîlayê me re dîsa têkîlî hatin danîn û bi awayekî saxlem gihiştiye yekîneya xwe.

Lı Bedlîsê 2 Leşker Hatın Kuştın

Di 3’yê Gulanê li hember yekîneyên artêşa TC yên li qada Şehîd Mîzgîn a girêdayî Bedlîsê di nav xebatên operasyonê de bûn, di saet 22.50’an Tîma Tolhildanê ya Şehîd Xebat Şoreş ji 2 baskan çalakî li dar xist. Bi qasî bi çav hate dîtin 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê jî leşkeran ketober li erazî gule reşandin.

Lı Hember Qereqola Kırmızı Kopru Ya Pîlemûrî Çalakî

Di 3’yê Gulanê de saet 18.30’an hêzên gerîlayên me li hember qereqola Kirmizi Kopru ya girêdayî navçeya Pîlemûr’î ya Dersîm’ê ji 2 baskan çalakî li dar xistin. Baskê yekem kulubeya nobedê kir hedef û li vir leşkerek kuştin. Baskê duyem jî Wesayîtek Dag Geyîgî kirin hedef û çeka A-4 ya li ser vê wesayîtê bi temamî rûxandin. Ev çalakî ji aliyê Tîma Tolhildanê ya Şehîd Firat hat lidarxistin.

Gerîlayên Me Yên Şehîd Bûne Em Bi Rêzdarî Bi Bîrtînin

Di 19’ê Nîsanê li Qada Gabar a Şirnex’ê di encama bomberdûmanên hewayî yên artêşa Tirk de 2 gerîlayên me şehîd bûn.

Nasnameyên gerîlayên me wuha ne:

ornek foto

 

 

Nasnav: Kendal Ararat
Nav û Paşnav: Harûn Daşdemîr
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik û Bav: Bedîa – Kadîr
Dîrok û Cihê Şehadetê: 19’ê Nîsana 2016’an/Şirnex

 

ornek foto

 

 

Nasnav: Amara Devrim
Nav û Paşnav: Dîlber Ceylan
Cihê Jidayikbûnê: Agirî
Navê Dayik û Bav: Salîha – Eren
Dîrok û Cihê Şehadetê: 19’ê Nîsana 2016’an/Şirnex


4 Gulan 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG