HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 5'ê Gulanê de saet di 15:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî leşkerên artêşa TC ên li herêma di navbera navçeya Wan Ebed û gundê Kevirê Şamiyan ê navçeya Agirî Bazîd’ê de tev digeriyan , çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de maşîneke leşkerî ya bi tîpa Reo hedef hat girtin û di encama lêdana derbên xurt de ev maşîn hat rûxandin. Hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehat zelalkirin. Bi helîkopterên Skorsky kuştî û birîndar ji herêmê rakirin.

Lı Dersîm’ê Operasyon

Di 5'ê Gulanê, artêşa TC li Dersîm’ê operasyoneke dorfireh da destpêkirin. Di vê operasyonê de li hin cihan şer derket; balafirên şer jî bombe li hin herêman barandin. Agahiyên berfireh ên li ser operasyonê wê piştre bên eşkerekirin.

Di roja 5'ê Gulanê, 3 qemyon û dozerek dewletê yên li qereqola Madenê ya Şirnex’ê ku hatiye valakirin dixebitîn, ji aliyê hêzên me ve hatin şewitandin.

Ji 4'ê Gulanê ve kontra û cerdevanên gundên Reşinê û Nitê yên navçeya Sêrt Dihê, li qadên Çela Sor û Neke Aval di nava liv û tevgerê de ne.

Çalakıya Lı Şemzînanê

Di 5'ê Gulanê de saet di navbera 13:00-14:00 de li hemberî artêşa TC a li derdora girê Genîş ê li herêma Şemzînan’ê bi cih bûn, bi çekên giran çalakiyek hat lidarxistin. Piştî vê çalakiya hêzên me, saet di navbera 14:00-17:00 de ji Tabûra Garê obus û hawan li qadên Ranya Pirê û Şehîd Havîn hatin barandin.

Êrîşên Hewayî

Di 5'ê Gulanê de saet di navbera 20:00-21:30 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li qada Şêxzade ya li Xakurkê barandin.

Di 5'ê Gulanê de saet di navbera 20:00-21:00 de balafirên şer ên artêşa TC qada Kelaşîn a Ranya’yê bombe kirin.

Di roja 6'ê Gulanê (îro) saet di navbera 03:30-04:30 de balafirên şer bombe li derdora gundê Dupirê, Şêrane, Cemşeritkê yên Garê û geliyê ava Xazir bombe kirin.

Di 5'ê Gulanê de saet di navbera 19:00-20:00 de helîkopterên Kobra li qada Xapuşkê ya Şemzînan’ê xistin.

6 Gulan 2016
Navenda ÇapemenÎ û Ragihandina HPG