HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 9’ê Cotmehê de saet 09.35’an gerîlayên me li dijî qereqola Durê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê çalakiyek berfireh li dar xistin. Hevalê me Şiyar Serxwebûn bi çalakiyek fedaî wesayîta bombebarkirî di nuqteya kontrolê re derbas kiriye, di hundirê qereqolê de teqandiye û çalakî daye destpêkirin. 5 wesayîtên zirxî, 4 kule, 3 nîzamiye, 13 çeper, 2 konteynir û zêdetirî 10 avahiyên yekkatî ji ber bandora teqînê bi temamî îmha bûn. Piştî çalakiya fedaî, li dijî 6 çeperan bi çekên giran û ferdî ji 3 baskan ve çalakî hatin lidarxistin û 3 çeper hatin ruxandin. 

Di vê çalakiyê de piranî payebilind, 58 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê jî artêşa TC bi 22 ambûlans, 3 helîkopterên ambûlansê û 8 wesayîtên zirxî yên Kîrpî ve kûştî û birîndarên xwe rakirin.

Ev çalakî li dijî tecrîda li ser Rêbertiya me, ji bo bîranîna şehîdên me yên di operasyona Şemzînan û Çelê de û 4 mirovên me yên li Gever’ê hatine qetilkirin hat lidarxistin.

Hevalê me Şiyar ku sala 2013’an tevlî Refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû, di demek kurt de pêşketinek gelek mezin bi dest xist, bi zanebûna fedakarî bawerî û girêdanek mezin dixwaze xwe ji bo her cure wezîfeyên demê amade kiribû.

Nasnameya gerîlayê me wiha ye;

Nasnav: Şiyar Serxwebûn
Nav û Paşnav: Mumîn Aras
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Zeytûn – Îhsan
Cih û Dîroka Şahadetê: 9 Cotmeh 2016 / Colemêrg

Di 9’ê Cotmehê piştî nîvro hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC ên li Kelha Mêrganiş a girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê çalakî li dar xistin. Li vir leşkerek hat kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Xebat Aktepe de; di 9’ê Cotmehê de saet 13.15’an piştî operasyona ku artêşa TC li Faraşînê da destpêkirin, hêzên me yekîneyek veşartî ya ji 40 kesan pêk dihat û xwe li qada Laleş û Qada Zengilê ya girêdayî navçeya Elkê ya Şirnex’ê xistin bin kontrola xwe. Hêzên me bi awayekî bi bandor bi çekên BKC û RPG-7 li çeperan dan. Di vê çalakiyê de bi giştî 8 leşker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC kuştî û birîndarên xwe bi wesayîtên zirxî birin Tûgaya Elkê. Ev çalakî ji hêla hêzên me yên HPG û YJA Starê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê û ji bo bîranîna hevalên me yên li Faraşînê şehîd bûne hat lidarxistin.

Di 9’ê Cotmehê de saet 15.00’an hêzên me li dijî leşkerên qereqola Beyazçeşme ya girêdayî navçeya Pîran a Amed’ê çalakiya sûîqestê li dar xist û leşkerek hat kuştin.

Di 9’ê Cotmehê de saet 15.00-16.00’an hêzên me li mintiqa navbera navçeya Pîran û Gulemanê de çalakiya kontrolkirina rê li dar xistin. Gerîlayên me li vir nasname kontrol kirin; têkîldarî pêvajoyê jî gel agahdar kirin.

Di  8’ê Cotmehê de saet 17.00-22.00’an artêşa TC bi balafirên şer, helîkopterên Kobra û obusan bi awayekî zêde qada Dereşoran a girêdayî Erzîngan’ê bomberdûman kirin. Di encama bikaranîna teknîka zêde de 2 gerîlayên me şehîd bun.

Nasnameya gerîlayên me wiha ne;

Nasnav: Bahoz Amed
Nav û Paşnav: Ergîn Yîgîter
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Fecriye – Feyzûllah
Cih û Dîroka Şahadetê: 8 Cotmeh 2016 / Erzîngan

Nasnav: Devrîm Van
Nav û Paşnav: Omer Ûca
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Nedîmhan – Mahmût
Cih û Dîroka Şahadetê: 8 Cotmeh 2016 / Erzîngan

10 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG