HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji çapemenî û raya giştî re!

Di 18’ê Cotmehê de saet 12.00’an hêzên gerîlayên me li dijî leşkerên ku li ser rêya Qesrikê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê kontrola rê dikirin çalakiya sûîqestê li dar xistin û leşkerek kuştin.

Di 18’ê Cotmehê de saet 16.00’an hêzên me yên YJA Starê li dijî qereqola Serê Sevê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrg’ê bi hewanan çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatin zelalkirin.

Di 18’ê Cotmehê de saet 22.00’an hêzên gerîlayên me li dijî stasyonek bazê ya li gundê Zorava ya girêdayî Şirnex’ê çalakiya sabotajê li dar xistin û ev stasyon îmha kirin.

Di 17’ê Cotmehê li mintiqa Şemsê ya li qada Mawa ya Sêrt’ê mabeyna artêşa TC û hêzên gerîlayên me de şer rû da, di heman demê de helîkopterên Kobra jî li qadê dan. Di şer de 3 gerîlayên me şehîd bûne. Nasnameyên hevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.

Operasyona artêşa TC a di rojên dawî li qada gundên Pirosa, Batê û Hemka yên girêdayî navçeya Elkê ya Şirnex’ê dabûn destpêkirin, heta qadên Kato Elkê û Siwara Xelê berfireh bûye.

Me bi raya giştî re parve kiribû ku roja di 11’ê Cotmehê di encama operasyona artêşa TC de ku li qada Ûranis a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîs dabû destpêkirin, bi 5 hevalên me re têkîliyên me qut bûye. Di vê operasyonê de 4 hevalên me şehîd bûne, bi hevalekî me re jî têkîliyên me hê qut in.

Nasnameyên gerîlayên me wiha ne:


bager serhat_small

 

 

 

Nasnav: Bager Tatvan
Nav û Paşnav: Serhat Orak
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Navê Dayik û Bav: Raîfe – Çerkez
Dîrok û Cihê Şehadetê: 11’ê Cotmeha 2016’an /Bedlîs

 

 

zilan leyla_small

 

 

 

 

Nasnav: Zîlan Zerdeşt
Nav û Paşnav: Leyla Nas
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik û Bav: Kumri – Huseyîn
Dîrok û Cihê Şehadetê: 11’ê Cotmeha 2016’an /Bedlîs

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Bedran Mûnzûr
Nav û Paşnav: Cafer Yaman
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik û Bav: Salîme – Zumrute
Dîrok û Cihê Şehadetê: 11’ê Cotmeha 2016’an /Bedlîs

 

 

maskeli foto

 

 

 

Nasnav: Nuda Van
Nav û Paşnav: Şehrîban Kaya
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik û Bav: Memîcan – Abid
Dîrok û Cihê Şehadetê: 11’ê Cotmeha 2016’an /Bedlîs

 

 

Di 16’ê Cotmehê de saet 15.30-16.30’an balafirên artêşa TC qada Mirik a girêdayî Dersîm’ê bombe kirin. Piştî bombekirina balafirên şer, qereqolên derdorê jî bi obusan geliyê Mirikê bomberdûman kirin, her wiha heta saet 18.00’an helîkopterên Kobra jî li qadê dan. Piştre jî helîkopterên Skorsky leşker danîn qadê. Saet 20.00’an, balafirên şer û helîkopterên Kobra dîsa qada Mirik bomberdûman kirin. Di 17’ê Cotmehê mabeyna hêza operasyonê ya hat qada bomberdûmanê û hêzên gerîlayên me de cih bi cih şer rû da. Di şer de hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatin zelalkirin, bi gerîlayekî me re têkîliyên me qut bûne. Operasyona li qadê hê jî dewam dike. Her ku detay hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bê parvekirin.

Di 8’ê Cotmehê de saet 20.00’an artêşa TC li qada gundên Akçali, Azikan û Gomikan ên girêdayî navenda Semsûr’ê dest bi operasyonek berfireh kiriye. Di operasyonê de artêşa TC bi tankan li qadê da û bi awayekî zêde teknîk bi kar anîne. Di encama vê de agir bi eraziyê girt û cih bi cih jî leşkeran agir berdane eraziyê. Di şewatê de ku 3 rojan dewam kir, zerar gihiştiye gelek bax û baxçeyan. Di 12-13’ê Cotmehê mabeyna gerîlayên me û leşkeran de cih bi cih şer rû daye. Di şer de leşkerên payebilind hatine kuştin, lê hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehatin zelalkirin. Operasyon di 16’ê Cotmehê danê êvarî de vekişiya, li eraziyê hin yekîneyên veşartî hatine bicihkirin. Têkîldarî operasyonê her ku agahî bên bidestxistin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Di 18’ê Cotmehê de saet 16.00-18.00’an balafirên şer ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê girê Şehîd Elîşêr û Şehîd Egîd ên li herêma Avaşîn’ê bombe kirin.

19 Cotmeh 2016
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG