Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Xakurkê;
- 9'ê Îlonê saet di 13:00 û 14:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
- 9'ê Îlonê saet di 15:50'î de li Qada Berxwedanê ya Lolanê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.
2. Li Herêma Metînayê;
- 9'ê Îlonê saet di 23:10'an de li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî û Dergelê hêzên me dest li helîkopterên dagirkeran werdan. Di encama destwerdana hêzên me de derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin û neçar ma ji qadê biçe.
- 10'ê Îlonê saet di 00:30'î de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hêzên me dest li helîkoptereke dagirkeran werdan. Di encama vê destwerdana hêzên me de derb li helîkoptereke êrîşê ket û neçar ma ji qadê biçe.
3. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
- 9'ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
4. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
- 10'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qada Girê Meskenê carekê, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran; bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
- 9'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Şerîf, Girê Şehîd û Lolanê 5 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê û Bêşîlî 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
10’ê Îlona 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê