HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:

1. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

-  21'ê Îlonê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

-  22'ê Îlonê saet di 15:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li qadê bi cih bibin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

-  22'ê Îlonê saet di 00:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

-  23'ê Îlonê saet di 19:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me dest li liv ût evgera helîkopteran werdan. Di çalakiyê de derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin û neçar ma ji qadê biçe.

2. Li herêma Metînayê;

-  23'ê Îlonê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

3. Li herêma Xakurkê;

-  21'ê Îlonê saet di 08:27'an de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

-  23'ê Îlonê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

-  21, 22 û 23'ê Îlonê li Herêma Qendîlê qada Girê Roj carekê, li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Kendekola, Lolan, Girê Mesken, Girê Berbizinê, Sinînê 9 caran, li Herêma Garê qadên Girê, Avtehlê, Çemrobotkî, Zengilê, Zêvkê, Girê Kun, Deşta Kafya, Dêreşê 8 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî 3 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 4 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

-  21, 22 û 23'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf û Lolanê 12 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran; bi giştî 19 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

24’ê Îlona 2024

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê