Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev in:
1. Li herêma Xakurkê;
— 25'ê Cotmehê saet di 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Lolanê li hemberî dagirkerên ku hewl didan ber bi tunelên me yên şer ve bên bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin. Di navbera dagirkeran û hêzên me şer qewimî. Di şer de 4 dagirker hatin cezakirin.
— 27'ê Cotmehê saet di 09:00 de li Qada Berxwedanê ya Lolanê bi rêbaza sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
— 25'ê Cotmehê saet di 15:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Meskenê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
2. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
— 26'ê Cotmehê saet di 01:35'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.
— 26'ê Cotmehê saet di 02:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi rêbaza sûîqestê li sîstemeke radarê ya dagirkeran hate xistin û hate îmhakirin.
— 26'ê Cotmehê saet di 11:05'an de li hemberî dagirkerên ku berê xwe dabûn tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi çekên ferdî destwerdan hate kirin.
— 26'ê Cotmehê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
3. Li herêma Metînayê;
— 24'ê Cotmehê saet di 11:20'î de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
25'ê Cotmehê saet di 12:49'an de li Qada Berxwedanê ya Dergelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
4. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
— 25 û 26'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 25'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
— 25'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
5. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;
— 25 û 26'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Berbizinê û Qele 4 caran, li Herêma Garê qadên Deşta Kafya, Sêdarê, Sîser, Çemrobotkî, Dêreşê 6 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
— 25 û 26'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şekîf, Şehîd Şerîf 11 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 14 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar, Girê Cûdî 10 caran; bi giştî 35 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
27’ê Cotmeha 2024
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê