Çapemenî û Raya Giştî Re!
Gerîla ku bûye hêvî ji gelên bindest re, ji ber ku gihîştiye wê astê ku artêşa Tirk a dagirker têk bibe û alternatîfa sîstema dewletên hegemon pêşxistiye, tirsê berdide nava dilê van dewletan.
Ji ber vê yekê bi her awayî piştgiriya teknîkî didin dewleta Tirk a dagirker, bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên di asta navneteweyî de qedexekirî ne, ku ji aliyê artêşa Tirk ve têne bikaranîn, ji nedîtî ve tên. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdsitanê ku bi wêrekî û fedakariyeke bilind li ber her cûre êrîşan radibin, berdêlan bide jî wê heta dawiyê dest ji vê berxwedanê bernedin. Bi bicihanîna Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk û hunera lêdanê ya xurt, çalakiyên me yên ku derbê li dagirkeran dixin wê her dewam bikin.
Di çalakiyên hêzên me de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, koneke leşkerî hate îmhakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 16 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 3 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kir.
Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me û êrîşan wisa nin:
1. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Zapê;
– 26'ê Îlonê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger komek ji dagirkerên li dora çeperên şer ê li Şehîd Agir xistin bin kontrolê û piştre jî bi çekên giran lê dan. Di encama vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, konekî dagirkeran jî hate îmhakirin.
– 26'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li hemberî dagirkerên ku banga teslîmiyetê kirin û xwestin bikevin çeperên şer ên li Şehîd Agir, hêzên me bi çekên ferdî û bombeyên destan lê dan. Piştî derbên ku hêzên me li wan dan, teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer amade kiribûn, bi van dagirkeran ve teqiya. Di encama çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.
– 26'ê Îlonê saet di 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemço tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin, di encamê de 1 dagirker hate cezakirin.
– 27'ê Îlonê saet di 14:00 de li Çemçoyê, dagirkerên ku bi çekên kîmyewî bombe li çeperên şer ên li Şehîd Bahoz barandin, xwestin bikevin hundirê çeperên şer. Tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.
2. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;
– 26'ê Îlonê saet di 06:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yên bi tevger li dagirkeran xistin û 1 dagirker di encama çalakiya sûîqestê de ceza kirin.
3. Êrîşê artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;
– 26'ê Îlonê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Saca û Girê FM'ê, her wiha çeperên şer ên li Şehîd Felat ê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê 16 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.
4. Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
– Qada Girê Şekîf a Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Çemço 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 26'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Kurojahro, Saca, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 40 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
– 25'ê Îlonê qada Girê Ortê ya li Metînayê, Qadên Çemço û Girê FM bi dehan caran bi obus, hawan û tankan hatin bombekirin.
– 26'ê Îlonê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Çemço, Saca, Girê Cûdî û Girê Amediyê geriyan.
– 26'ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.
27 ê Îlon a 2022
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê